Erdogan: Me biryar da ku em endamtiya NATO ya Fînlandayê pesend bikin

.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 17ê Adarê li Enqereyê ligel Serokomarê Fînlandayê Sauli Niinistö civiya.

Erdogan piştî hevdîtinê di civîna hevpar a rojnamevanî de, ragihand ku ew wek Tirkiye proseya pesendkirina endamtiya NATO ya Fînlandayê didin destpêkirin.

Serokomarê Tirkiyê got ku wan biryar daye li ser serlêdana Fînlandayê ya bo endamtiya NATOyê proseya pesendkirinê li parlamentoyê bidin destpêkirin.

Li ser endamtiya Swêdê jî Erdogan got, ew dê hevdîtinên ligel Swêdê jî li gorî prensîbên hevpeymaniyê bidomînin û diyar kir, “Em ê di çarçoveya nêzîkatiya xwe ya têkoşîna dijî terorê hevdîtinan dewam bikin.”

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye