Erdogan: Operasyona Rojhilata Firatê wê di nav çend rojan de destpê bike

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyib Erdoganî ragihand ku ew ê operasyona li dijî Rojhilata Firatê dê di nav çend rojan de bidin destpêkirin.

Îro di lûtkeya Senayiya Berevaniya Tirk de Serokomarê Tirkiyê Erdogan axivî û got: "Amerîka li Minbicê me dixapîne, di dawiyê de 30 hezar terorîstan rahênan dikin û wan weke terorîst nas nake, dibêje Hêzên Sûriya Demokratîk in û vî karî gihandin heta gerahevpar a çavdêriyê, alayên xwe bi hev re ba didin. Ma em têne xapê."

Erdoganî di berdewamiya axaftina xwe de got armanca me ne leşkerên Amerîkî ne û ew digel van tiştan jî hevkarên wan e û wisa pê de çû: "Dibêjin ew ne Kurdi in Ereb in, ma em bawer dikin, em Kurdan jî nas dikin. Hewce nake nîfaqê bikeve nav me û biryayên me yên Kurd, lê bila qisûrê me nenêrin heke di nav wan de terorîst hebin."

Erdoganî got "Amerîka ne ji bo parastina me bo parastina terorîstan xalên çavdêriyê dataniye û wisa pê de çû: Digel ku xelkê Minbicê ji %80-85 ereb in, wan terorîstan ji wirê dernaxin, heke wisa, em ê derxînin."

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin