Erdogan îro çû Rusyayê û berî serdana xwe eşkere kir ku ji bo operasyoneke li dijî YPGyê wan amedekariyên xwe temam kirine û ew ê vê meseleyê jî li gel Putînî gotûbêj bike.
Erdogan got: "Li ser sînor hemû amedekariyên pêwîst hatine kirin. Em ji bo operasyoneke li dijî YPGyê amade ne. Hûn dizanin gotineke me ya nehênî heye. Em dikarin şevek ji nişkave bi ser wan de bigirin. Ez ê operasyona dijî YPGyê digel Putîn biaxifim."