Erdogan: Tekane Çareserî Bo Qibrisê Du Dewletî Ye

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê got ku rêya yekane ya çareserkirina nakokîya dehansalan li ser Qibrisê ew e ku li giravê du dewlet bihên damezrandin, û federasyonek ku Atîna dixwaze di rojeva gotûbêjên ku dê bihên kirin da nîn e.

Roja Duşemê serokên Yunanîstan û Qibrisê gotin ku ew dê peymanek aştîyê tenê li ser bingehê biryara Netewên Yekbûyî (UN) jibo girava Deryaya Naverast qebul bikin, şêwaza du-dewletî ya ku Tirkiye û Tirkên Qibrisê piştgirî lê dike red dikin. Gotûbêjên di bin banê Neteweyên Yekbûyî da jibo meha li pêşiya me têne plan kirin.

Erdogan di heman demê de gote parlamenterên AK Partiyê ku ew nikare digel Serokwezîrê Yunanîstanê Kyriakos Mitsotakis bicive, tevî jinûve destpêkirina gotûbêjên di navbera her du endamên NATOyê da li ser nakokiyên wan yên deryayî. Erdoganî got ku Mitsotakis "dijberîya" wî kirîye, û bang li serokwezîrê Yunanî kir ku "sînorê xwe bizane".

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e