Li gor nûçeya Rûdawê civîna civîna Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Sûriyê niha bûye rojev û li gorî agahiyan, Serokê Ewlekariya Nîştimaniya Sûriyê niha li moskowê ye û amadekariyan ji bo wê civînê dike. Li gor agahiyên ne fermî, Serokê Rêveberiya Ewlekariya Niştîmanî ya Sûrî Elî Memluk mêvanê Kremlînê ye.
Şêwirmendekî Rûsî îddîa dike ku Moskova û Enqere li ser pêşeroja Sûriyê bi temamî lihev hatine û Amerîka jî ne li dijî wê lihevkirina di navbera wan de ye. Li gor lihevkirinê Esad li ser erkê dimîne û ev bi dilê Amerîkayê ye jî. Çavkaniyên nêzî Kremlînê îdîa dikin, ku armanca serdana Elî Memluk amadekirina hevdîtina Esed û Erdogan e.
Berpirsê beşa Erebî ya Dibistana Bilind a Aboriyê Andrey Çuprigîn jî Rûdawê re got: "Di rêkeftina Pûtîn û Erdogan de yek ji mercên Rûsya ji bo Tirkiyeyê ew bû ku dev ji êrîşên dijî Esed berde. Erdogan vê mercê qebûl kir û amadeye li gel Esed rûne. Di rewşekî wisa de mayîna Esed li desthilatê di berjewendiya Tirkiyê de ye jî. Ji ber ku Esed nehêle ku li bakûrê Sûrî dewletekî Kurdî bê damezrandin. "
Rawêjkarê dewletê Modest Kolrov jî tekez dike ku Moskow û Enqere li ser dahatûya Sûriyê êdî li hev kirine û Amerîka jî ne dijî vê rêkeftinê ye.
Tê ragihandin ku hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed di dawiya meha îlonê de pêk tê û armanca serdana Elî Memluk jî zelalkirina hêlên teknîkî yên wan hevdîtinan e.