Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emanuel Macron bi rêya telekonfarensê hevdîtinek pêk anîn
Li gorî Serokatiya Ragihandinê ya Serokkomarê Tirkiyê di hevdîtînê de li ser peywendiyên di navbera Trikiyê û Fransayê û mijarên heremê axivîne.
Di daxiyaniyê de hat ragihandin Erdogan û Macron piştî demek dirêj dîsa hevdîtin pêk anîne û Erdogan li Fransayê ji bo kesên ku ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê pêşkêşî serokkomarê Fransayê Macron kiriye.
Herwiha Erdogan giringiya peywendiyên bi Fansa û Natoyê re tekez dike û amaje bi vê yekê dike ku Turkiyê û Fransa, weke du endamên bihêz yên NATO, dikarin li Ewropa, Qefqaz, Rojhelata Navîn heta Afrîqa, bi roleke girîng derbarê asayiş û aşitiyê ve rabin, ew herdû welat, dikarin hêzên teror tune bikin, jinav bibin û sînorekî ji êrîşa wan girûpên radîkal re deynin.