Erdogan û Serokwezîrê Îsraîlê Lapid bi telefonê axivîn

.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan bi Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid re bi telefonê axivî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya ser bi Serokkomariya Tirkiyê di axavtinê de têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Erdogan kêfxweşiya xwe ya ji ber pêşketina peywendiyên Tirkiye û Îsraîlê di çarçoveya serdanên Serokomarê Îsraîlê Ishaq Herzog û Serokwezîrê Îsraîlê Yaîr Lapîd ên Tirkiyê de li ser li hev kiribûn nîşan da.

Erdogan amaje bi biryara tayînkirina balyozan a di navbera her du welatan de jî kir ku îro hat ragihandin, Erdogan diyar kir ku ji bo tayînkirina balyozê nû di demeke kurt de dê gavên pêwîst bavêjin.

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin hevkarî û diyaloga di navbera Tirkiye û Îsraîlê de ku li ser bingeheke domdar û esasa rêzgirtina hesasiyetên dualî bê pêşxistin.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'