Erdoganî di derbarê rojnamevanê Siûdî de daxuyaniyek da

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di derbarê rojnamevanê navdar ê Siûdî Cemal Kaşıkçı de daxuyaniyek belav kir.

Îro Yekşemê  Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di derbarê rojnamevanê navdar ê Siûdî Cemal Kaşıkçı de daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku, ew dê bi xwe pêdaçûnê li ser pirsa nebedîbûna wî bike.

Erdogan da zanîn ku, lêkolîn di derbarê bûyerê de destpê kiriye û got ku, encamên lêkolînê çi be, ew ê ji bo hemû cîhanê eşker bikin.

Serokê Tirkiyê wiha jî got: Hîn jî ez bi niyeteke baş pêşbîniyê di vê pirsê de dikim. Xwedê bê erê, ti rewşa nexwazyar rastî me nayê.

 

Ajansa Anadolê ya nûçeyên Tirkiyê ragihandibû, ku 15 kesên Siûdî li Stenbolê derbasî kunsulxaneya welatê xwe bûn, di heman dema ku Cemal Kaşıkçı li nav avahiya kunsulxaneyê bû û ew kesana endamên polîsên Siûdî bûn.

Wê ajansê ji ser zimanê berpirsên emnî yên Tirkiyê belav kirye, ku ew kesana bi du firokeyan derbasî Tirkiyê bûn û piştre careke din çûn wan welatên ku ji wan hatibû.

Berî niha jî, ajansa Reutersê ji ser zimanê berpirsên Tirkiyê ragihandibû, ku Xaşuqçî li nav kunsulxaneya Siûdiyê li Stenbolê hatiye kuştin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin