Êrîşa DAIŞê ya li ser nahyeya Kuleco aşkera bû!

Şeva borî çekdarên terorîst ên DAIŞê li rêyên cuda ve êrîş kirin ser nahyeya Kuleco ya ser bi qeza Kifrî ya Germiyanê û ji ber wê jî 4 kes şehîd bûn, 6 kesên din jî birîndar bûn.

Şeva borî çekdarên terorîst ên DAIŞê li rêyên cuda ve êrîş kirin ser nahyeya Kuleco ya ser bi qeza Kifrî ya Germiyanê û ji ber wê jî 4 kes şehîd bûn, 6 kesên din jî birîndar bûn.

Rêveberê asayîşa Kuleco Simko Elî ji BasNewsê re ragehand, şeva borî 31.07.2019ê çekdarên terorîst ên DAIŞê, bi rêya bombebaran kirin û danîna bombeyên çandî û gule berdanê ve êrîş kirin ser hêzên asayîşê û nahyeya Kuleco û ji ber wê jî 4 kes şehîd bûn û 6 kesên din jî birîndar bûn.

Herwaha got: ‘’Du kesên şehîd karmendên asayîşê ne û du kes jî Pêşmerge ne.’’

Berdevkê rêveberiya polîsê Germiyanê Elî Cemal Qidûrî jî ji BasNewsê re ragehand: ‘’3 kes ji birîndaran hemwelatiyên sivîl in.’’

Li gor zanyariyên navên şehîdan waha ne:

Heyder Fuad Fayeq

Aso Celal Mihemed

Berzan Ehmed Mihemed

Piştîwan Mihemed Cebar

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne