Êrişa li Dîlok’ê li dijî mirovahîyê ye

Mahmûd Kilinc

Îro min dixwest li ser mijara makezagona nû binivîsim, daku di navbera AKPê, CHPê û MHPê da civîn didomin, lê xemginîya êrişa DAİŞê li Dîlok’ê rê neda nivîsek li ser mijarek din.

Êşek giran, xemginî û keserek kûr.

Belê, mixabin nûçeya êrişa teorîstî li Dîlok’ê li dijî dawetekê rê nade, ku mirov li ser mijarek din binivîse.

DAİŞê êriş kiribû, di encama êrişê da ji pêncî kesan bêhtir kuştî û ji sed kesan bêhtir jî birîndar, ku piranîya vana jin û zarok.

Bi ti avayî ne pêkan e, mirov êrişek weha, li dijî sivîlan û herweha êrişî dawetekê, şahîyekê bêt kirin, fam bike.

Mirov fam nake, lê nemirov, ango mehlûq….

 

Vê êrişê carek din bi me da zanîn, ku ti pîvanên mirovî, sincî (ehlakî) ligel DAİŞê tine ne, ti ol, ti rêol, ti bawerî êrişek weha qebûl nake, êrişên weha ji bini va li dijî mirovahîyê ne.

Bila ti kes xwe dûrê wehşetek weha nebine, çavên xwe jêra negre, îro li dijî Kurdan, bîyanî û rikberan e, suba dê vegere ser kesên pişt mistdanê.

Rewşa Pakistan’ê têt zanîn, ji ber siyasetek xelet, bi dehan sal in ku welatê navborî xwe ji teröre rizgar nekir.

Ji êrişa Amed’ê ku di helmeta hilbijartinê da hatibû kirin, paşê li Sirûc’ê, Enqer’ê û Stenbul’ê DAİŞê êrişên întixarî kirin û bi sedan kes hatin kuştin.

Lê çi bû, tene sivîl hatin kuştin, kesên bêguneh jîyana xwe jidest dan.

Bila êrişkar, kujêr û kesên piştê wana mist dide zanibin, ku li Rojhelata Navîn rewşek nuh heye û nabe Kurd êdî bêdeng û bêbandor bibin, ti êriş û ti hovitî nikane li ber daxwazin azadîya Kurdan bibin asteng.

Tenê ew li xwe dikin, herweha li piştevanên xwe, li handêr û fîtkarên xwe dikin.

Kesên ku êrişên weha dikin û xwîna jin, zarok û şêniyên sivîl dirêjînin, dawîya wana xeniqîn e di xwîna rêjandî da.

Lê divê ez ameje bi rastiyekê bikim, ku hêzên ewlekariyê, herweha saziyên sixurî bona ewlehîya kesên Kurd xemsariyê dikin.

Înkarkirina berpirsên dewletê vê rastiyê naveşêr e.

Divê Kurd ewlehîya xwe bi derfetên xwe biparêzin, herdaîm li êrişên weha bifikirin.

 

Derbarê mijarê da peyamên rayedarên dewletê balkêş in, yekser îşaret bi DAİŞê naye kirin, di hevokên jiderçûyî da ligel DAİŞê herdaîm navê PKKê jî têt hildan, êdî nuha hevalekî din jî heye, FETÖ…

Ev şêlî kirina mijarê ye, hedef behîtandin e.

Şehîtandina rayagiştî ye.

Rêvebirên dewletê peyamên ku bi xwe lê nebawerin didin; ya bi wana “aqilekî bilind” heye ku ew “DAİŞ, PKK û FETÖ kirîye dorê hercar ji vana yekî bi kar tîne û ew, êrişên terorîstî dikin.”

Li seranserê cîhanê encax rêveberin Tirk DAİŞê û PKKê dikin hevalê hev, şêrikê hev, ji kesî din tiştekî weha sosret, dervayî aqil naye bihîstin.

Ji ber vê ye, ku di qada navneteweyî da pêbawerîya rayedarên Tirk lawaz e û tikes li peyamên weha bawer nake.

Carek din bila sere malbatan sax be, sere dost nasan saxbe. ez şîna malbatan parve dikim, li birîndaran ra zutirîn dem da tenduristîyê hêvî dikim.

Herweha, li bûk û zavayî ra hêvîya derbasbûna trawmayî dikim.

21.08.2016/Dusseldorf