Navenda Nûçeyan- Li bajarokê Til Merdîx, di encama êrîş û bumbebarana balafirên Rûsya de li ser navçeya pîşesazîyê, hejmareke sivîlan bûn qurbanî.
Li gorî daxuyanîya rêxistina Kumsipîyan, ku ji 15 heta 18ê vê mehê, balafirên Rûsîya û hikûmeta Sûrîyê, 30 gund û bajarokên Başûr û Rojhilatê parêzgeha Idlibê, bumbebaran kirine.
Li başûrê Idlibê êrîşên firokeyên Rûsya û hikûmetê bo ser gund û bajarokên navçeya kêmşer bi dijwarî berdewam dibin.
Li bajarokê Til Merdîx nêzîkî bajarê Seraqib li parêzgeha Idlibê di encama êrîş û bordûmana firokeyên Rûsyayê de bo ser navçeya pîşesazîyê sivîl bûn qurbanî û wêranîyek zêde li derdorê dîyar bû.
Reşad Dîk ê xelkê Seraqibê dîyar dike, “Ev der navçeya pîşesazîyê ye, tenê sivîl li vê derê dijîn, yek çekdar jî li vê derê nîne, bi Xwedê Rûsya ji rejîmê beraztir e, ti kes alîkarîya me nake.”
Li gor xelkê idlibê û Kumsipîyan, firokeyên Rûsya û hikûmetê tenê navçeyên sivîlnişîn dikin armanc, lê Rûsya û hikûmet tekez dikin ku ew tenê pêgehên grûpên çekdar ên tundrew dikin armanc.
Niştecihekî Seraqibê, Mihemed Fîras dibêje, “ Firokeyên tawankar bi mûşekan navçe kirin armanc, min mîtorsikla xwe bicîh hişt û revîyam, daku xwe veşêrim, gelek kes di bin kavilan de man.”
Li gor daxuyanîya Kumsipîyan, ji 15 heta 18ê vê mehê firokeyên Rûsya û hikûmetê 30 gund û bajarokên başûr û rojhilatê parêzgeha Idlibê bi rêya bermîlên teqîner, mûşek û topxaneyê kirin armanc, di encam de 37 sivîl hatine kuştin û 76 kesên din birîndar bûne, herwiha zêdeyî sed hezar kes jî ji ber bordûmanê jig und û bajarokên xwe derbider bûne, ji wan 50 hezar derbasî Tirkîyê bûne.
Rûdaw