Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico di êrişeke çekdarî de birîndar bû.
Herwiha êrişkar ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Li gorî ajansa nûçeyan a TASRê, Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico piştî civîneke hikûmeta di encama êrişeke çekdarî de birîndar bûye.
Ajansa TA3yê jî ragihand ku 4 gule li Serokwezîrê Slovakyayê hatine reşandin û guleyek li zikî wî ketiye.
Li gorî nûçeyan, Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico bi giranî rakirine nexweşxaneyê.
Herwiha şahidekî bûyerê jî ji Reutersê re ragihand ku wan dengê guleyan bihîstiye û kesek ji aliyê polîsan ve hatiye desteserkirin.
Herwiha Serokkomarê Slovakyayê jî êrişa "hovane" ya li ser Fico şermezar kir û jê re şîfa xêrê xwest.
RÛDAW