Êrişkarê Hewlêrê diyar bû; Supaya Pasdarên Îranê

.

Supaya Pasdaran a Îranê da zanîn ku wan êrişî Hewlêrê kiriye.

Li Hewlêrê û derdora li pey hev dengê çend teqînan hat bihîstin.

Piştî van teqînan Supaya Pasdaran a Îranê daxuyaniyek da û da zanîn ku wan ev êriş encam dane.

Supaya Pasdaran destnîşan kir ku wan wekî “bersiveke sûcên terorîstên dijminên Îranê” ev êriş kirine.

Supaya Pasdaran herwiha ragihand ku wan ev êriş bi mûşekan kirine.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Li hemberî tewanên ku dijminên Îranê di demên dawî de kirine, bi mûşekên balîstîk navendên sîxuran, cihên ku komên terorîst ên dijî Îranê lê kom dibin bûne armanc.”

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, êrişî Konsulxaneya Amerîkayê ya Hewlêrê hatiye kirin.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e