William Mallet ê ku li Parîsê di êrîşa çekdarî de 3 Kurd kuşt û 3 kesan jî birîndar kir, di îfadeyên xwe de got ku ew “ji Kurdan nefret dike, ji ber ku di şerê li dijî DAIŞê de li şûna ku wan bikujin, ew dîl girtin.” Herwiha êrîşkar diyar kir "Ez xemgînim ku min kêm Kurd kuştin."
Roja Înê 23yê Berfenbara 2022an li paytexta Fransayê, Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saint Denis a Strasbourgê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku kesên canê xwe ji dest dane Hunermendê Kurd Mîr Perwer, çalakvana jin a Kurd Emîne Kara û Abdurahman Kizil in.
Êrîşkarê 69 salî yê Fransî William Mallet derket bêşberî dadgehê. Dozgera Fransî Laure Beccuau xwest ku êrîşkar girtî bê darizandin.
Derbarê William Mallet de bi sûcdariya "suîqest û hewldana suîqestê li ser bingeha nijad, etnîkî, netewe an ol û her wiha peydakirin û hebûna çekan a bê destûr" lêpirsîn hat destpêkirin.
Di daxuyaniya ku duh ji aliyê Serdozgeriya Parîsê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku êrîşkar li xwe mikur hatiye ku li hemberî biyaniyan 'nefreteke patolojîk' heye.
Li gorî vê yekê êrîşkar xwe wek kesekî “depresîf û nêzikî xwekuştinê” bi nav kir û di sala 2016an de piştî diziya li mala wî "xwesteka kuştina koçber û biyaniyan" pê re çêbûye.
Li gorî daxuyaniya dozger, bersûc diyar kiriye ku roja êrîşê ji bo biyaniyan bikuje çûye taxa Saînt-Denîs a Parîsê ku piraniya wê koçber lê dijîn û ji ber ku mirov kêm bûn û çilû bergên wî ji şarjoran re ne guncaw bûne dest ji êrîşa plankirî berdaye.
Bi zanebûn Kurdan hedef girtiye
Piştî ku vedigere mala dê û bavê xwe ya li Parîsê, ber bi cadeya d'Enghien (navçeya 10mîn) meşiya û çû Navenda Çanda Kurdî. Êrîşkar li wir bi gule li hunermend Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil û Seroka Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara reşandin.
Paşê gule berda xwaringeheke Kurdan û ji wir jî derbasî saloneke kuaforê ya Kurdan bû.
Êrîşkarê ku li vir bê serûber gulebaran kir paşê ji aliyê kesên hundir ve hat bêbandorkirin û radestî polîsan hat kirin.
Êrişkar tevî çekeke ku markaya wê Colt 1911 û qutiyeke ku herî kêm 25 gule tê de bûn hat deseteserkirin.
Li gorî daxuyaniyên Dozgera Fransî Laure Beccuau, William Mallet li xwe mikur hatiye ku ew ji "hemû koçberan" nefret dike, bi taybetî kîna li dijî Kurdan heye.
Dozgera Fransî Laure Beccuau di daxuyaniya xwe de dibêje “Ew bi giştî ji koçberan û bi taybetî ji Kurdan nefret dike, ji ber ku di şerê li dijî DAIŞê de li şûna ku wan bikujin, ew dîl girtin.”
Herwiha William Mallet gotiye "Ez xemgînim ku min kêm Kurd kuştin."
Serdozgeriyê anî ziman ku gumanbar hejmara qurbaniyan ji berê ve diyar nekiriye, lê îdia kiriye ku piştî hemû cebilxaneyên xwe bikar bîne bi guleya dawîn niyeta xwekuştinê kiriye.
Rûdaw