Ermenistan konsolxaneyê li Herêma Kurdistanê vedike

Îro roja çarşemê 09.09.2020an Parêzgarê Hewlêrê Dr. Ferset Sofî pêşwaziya Konsolê Ermenistanê li Iraqê Hîratîçiya Poladyan kir û biryare di demeke nêzîk de Ermenistan li paytexta Herêma Kurdistanê li Hewlêrê konsolxaneyê veke.

Ligor daxuyaniya parêzgariya Hewlêrê di civîna Dr. Ferset Sofî û Hîratîçiya Poladyan de peywendî û dostayetiya dîrokî ya navbera  Erministan û Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser bihêztiririna peywendiyên Hewlêr û Erîwanê hatiye kirin û zêdetirkirina peywendiyên bazirganî û pîşesazî û geştiyarî hatine gotûbêjkirin.

Herwiha Dr. Firset Sofî ragihandiye nûçeya vekirina Konsolxaneya Giştî ya Ermenistanê li Hewlêrê me kêfxweş kiriye û weke îdareya parêzgariya Hewlêrê çi asankarî û hevkarî û hemehengî ji destê wan be wê wê bikin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne