Şeva borî Azerbaycanê paytexta Qerebaxa Çiyayî topbaran kir. Her wiha Ermenistanê jî topbarana xwe ya li ser Azerbaycanê domand.
Serokwezîrê Ermeniyan Nîkol Peşinyan dibêje,"Welatê me ji destê Azerbaycan û Tirkiye rûbirûyî terorê bûye.
Rûsyayê jî di daxûyaniyekê diyar kir ku, "Terorîstên tûndrew ên anîne Azerbaycanê, dibe ku ji vir derbasî axa Rûsya bibe." û wekî metirsî nîşanda.
Ermenistanê banga agirbesê kir. Lêbelê Azerbaycanê got, "Bi şertekê em qebûl dikin: Divê Ermenistan ji Qerebaxa Çiyayî derkeve."
Li gor daxûyaniya Berpirsên Komara Qerebaxa Çiyayî, "Azerbaycanê di hefteyekê 18 sivîl (medenî) kuştine."
Ji aliyê hêza leşkerî û amûrên şerî ve Azerbaycan gelek ji Ermenistanê bi hêztir e. Lêbelê Rûsya û Fransa di serî de gelek welatên bi hêz piştgirê Ermenistanê ne. Welatên wekî Tirkiye û Îsraîl alîkariya Azerbaycanê dikin. Tê gotin ku Îran ji aliyê siyasî ve piştavanê Ermenistanê ye.
Yekşema borî di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de şerî dest pê kir. Şer li ser Qerebaxa Çiyayî ye. Piraniya Qerebaxê axa Kurdistanê ya dîrokî û yasayî ye. 1923-1929'ê li vir Herêma Kurdistanê (Kurdistan Sor) hatibû avakirin. Li gor arşîvên Sovyeta Sosyalîst (Rûsya) 73.1% xelkê vir Kurd bûn. Lê ev kurd hatine mişextkirin.