Esed: Heger Amerîkî û Tirk ji Sûriyê neçin, wê serhildan dest pê bike

Esed: Heger Amerîkî û Tirk ji Sûriyê neçin, wê serhildan dest pê bike

Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed ji ajansa rûsî RİA Novosti re daye xuyakirin, heger piştî tunekirina terorîstan Amerîka û Tirkiye ji Sûriyê dernekevin, wê gelê Sûrî li hember wan dest bi serhildana rewa bike.

Esed di hevpeyvînê de îdia dike ku ‘Beşek mezin ji cîhanê dizane Amerîkayê DAIŞ ava kiriye û xwediyê lê dike û fermanan dide DAIŞê.”

Herwiha Esed gotiye, divê ew ji behaneya DAIŞê xwe xilas bikin û dibêje: “Ji ber vê jî tunekirina terorîstan li Sûriyê karê pêşîn e. Heger Amerîkî û Tirk piştî wê jî neçin, wê bi awayekî meşrû serhildana gel dest pê bike. Ev yekane rê ye… Ya ku li Iraqê bûye jî ev e. Ma çi bû sedem ku Amerîkî sala 2007an ji Iraqê derkevin. Berxwedana gelê Iraqê.”

Esed rêkeftinên Amerîkayê yên bi Kurdan re jî wekî dizî û talaê nirxand û got, ‘Tenê rêyek heye ku em erdên xwe ji wan rizgar bikin.”

 

Rojhilta Navîn Haberleri

Gera yekem a hevdîtinên Amerîka û Îranê bî dawî bû
Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes