Esed got ku ne tenê Parêzgeha Idlibê, lê ew ê tevahiya axa di destê terorîstan de maye vegerînin bin desthilata Hikûmetê.
Tevî ku berî niha, li ser hin xalan derbarê rêketina Idlibê di nav Rûsya û Tirkiyê de çêbûbûn, lê niha serokê Sûriyê dide xuyakirin ku ew rêkeftin di berjewendiya welatê wî de ye û biryar e 15ê vê mehê rêketina Soçiyê ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de, derbarê avakirina devereke bêçek li Parêzgeha Idlibê bikeve warê bicîkirinê.