EŞKERAKIRINA PESNÊ EŞÎRETÊN KURDAN
BI MÊRXASÎ Û XÎRETKARÎYÊ
NÎŞANDANA BEXTREŞÎ Û BÊTALÎYA WAN
DIGEL EW QAS WELATEVÎNÎ Û CIWAMÊRÎYÊ
Meygêr, tu jibo Xwedê kerem ke
qurtek mey di qedeha Cem (efsaneya Camê Cem, Şahê Ecem Cemşîd e) ke
Da ku qedeh bi meyê bibe cîhannumîn
û nîşan bide herçî me divê, wek dûrbîn.
Da ku kifş bibe li ber me, rewş û dema me
ka dê bi hêsanî vebibe bextê me û pêkbê pêşedema me
Bextreşîya me wa ye gîha ye kemalê, êdî hew dikemile
Gelo êdî ber bi tunebûnê diçe, û dê bifetile
Yan dê weha bimîne li nîvê asîman
heta ku bê dewra axirê zeman?
Gelo qet mimkun e ku ji çerxa felekê jibo me jî
stêrek derkeve û bi wî awayî bextê me vejî (ji nû ve bijî)
Bextê me jibo me ra bibe yar
û carek ji xewê bibe hişyar
Ji me jî rabe kesekî ku dinya xwe bispêr´ê û pê bîne bawerî
peyda bibe ji me ra jî mîrek, û ji me ra bike mîrî
Û şûrê hûnera me bê danîn
qedrê qelema me jî bê zanîn
Derdê me bibîne derman û dewa
zanîna me jî bibîne rûmet û rewa? (bigere û bê qebûlkirin)
*
Eger hebûya ji me ra jî mîrekî serfîraz
qencîkar, ji peyvên xweş ra piştgir û dilxwaz
Diravê me dê bi sîkkeyê (çapkirina diravan) bihata çapkirin, bi wî awayî
dê nema weha berguman û nerewayî
Gerçi paqij in zêr û zîv, her du jî xwerû
lê bi sîkkeyê rûmet dibînin, rû didin rû
Eger hebûya jibo me padîşahek
Xwedê liyaq bidîta jibo wî kulahek (tac)
Û bihata dîyarkirin jibo wî textek
eşkera eşkera dê vebibûya jibo me jî bextek
Bi dest biketa jibo wî tacek
bê guman ji me ra jî dê çêbibûya rewacek
Wî dê xemxwarî bikira li me bêkes û sêwîyan
dê em derxistina ji destê bêesl û liştok (menfeet û qazanc) û çavbirçîyan
Dê xalib nebûya li ser me ev Rom (Dewleta Osmanî)
em´ê nebûna kavil û wêran, kund dê li me nebûna kom
Em´ê nebûna belengaz û xizan, bindest û binferman
zorbirî û stûxwarên Tirkan û Eceman
*
Lê belê, ji berêya berê ve Xwedê wisa kir
ev Rom û Ecem li ser me rakir
Peyrewîya wan gerçi reng e
lê ew reng li kesên xwedînav û deng e
Namûs e li fermanrewayan (kesên hakim) û mîran
Ma çi tawan (hêz, taqet) heye li nik hozanan û feqîran
Herçî kesê ku dest avêt şûr bi têkoşîn û xîret
wî xist destê xwe bi mêranî, dewlet.
Lewra wek bûkek e ev cîhan
Di destê şûrê tazî da ye hukm û ferman
Lê erêkirin, heqê marê, marbirîn û dîyarî
qencî û çavfireyî û bexşkirin e, hem jî ciwamêrî
Min ji dinê ev pirsî, bi hîkmet:
”Qelenê te çî ye?” Got: ”Têkoşîn û xîret”
Bi kurtî, dinê bi şûr û bi qencîkarî
teslîmê mirov dibe, ji mirov ra dike stûxwarî
*
Ez şaş mame di hîkmeta Xwedê da
Kurd di hebûn û dewleta dinê da
Gelo çima û ji ber çi mane bêpar
hemî ji ber çi bûne bindest û stûxwar!
Wan bi şûrê xwe girtîye bajarê meşhûrîyê
Wan dî girtîye welatê xîretê û mêrxasîyê
Her mîrekî wan bi ciwamêrîya xwe Hatem e (hozenekî ereb e, bi ciwamêrîyê navdar e)
Her mêrekî wan bi şerkarîya xwe Ristem e
Bala xwe bidê, ji welatê Ereban heta welatê Gurcan
Kurdîtî ye ku bûye wek kele û bircan
Bi wan sekinîne û tên parastin ev Ecem û Rom
Kurd in ku li her çar kenaran bûne kom
Rom û Eceman ji her du alîyan ve êlên Kurmanc
ji tîrên xwe yên tunekirinê ra kirine amanc
Goya ku li ser sînoran, Kurd hemî mifte ne
êlên wan hemî goya ku bendên zexm in, kele ne
Ev Rom û Ecem, wek du deryayên li dijê hev in
Her cara ku bilivin û ji warên xwe derkevin
Kurd bi xwînê dilewitin û dimînin
Wek berzexek wan ji hev diqetînin
*
Ciwamêrî û çavfireyî û hîmmet
mîranî, mêrxasî, hem jî xîret
Ew bûne nîşanên tesdîqkirî jibo êlên Kurdan
Wan, bi şûrê xwe û xîreta xwe daye dengan
Bi qasê ku ji ber mêrxasîya xwe xîretkar in ew
ew qas jî ji minetê nefretkar in ew
Ev pêjna hîmmetê ya bilind, û pêjna xîretê
nahêle ku ew hilgirin barê minetê
Ji ber vê yekê ye ku ew tim ne li hev in
tim ji hev cuda ne û tim li dijê hev in
Hevgirtin û yekîtîya me hebûna eger
û em hemî li pey hev biçûna eger
Rom û Ereb û Ecem bi temamî
hemîyan dê ji me ra bikira xulamî
Me dê bi tevayî pêkbanîna dîn û dewleta xwe
me dê bi dest bixistina zanîn û hîkmeta xwe
Hingê dê ji hev bihatina kifşkirin peyv û gotin
kesên xwedîhuner û hêgin (kesê jêhatî û têrqabiliyet) jî dê bihatina bijartin.” (1)