Eta Nehayî: Ji bo min şanazî ye ku ez li Kirmaşanê me

.

Navenda Edebiyata Kurdî ya Kirmaşanê bi navê “Bilindkirin û Rêzgirtina li Eta Nehayî” panelek li dar xist.

Bi dehan nivîskar, rewşenbîr, akademsîyên û hezkiriyên edebiyatê tevlî panelê bûn.

Eta Nehayî piştî panelê pirtûkên xwe îmze kirin.

Berpirsên Navenda Edebiyata Kurdî ya Kirmaşanê diyar kir ku armanca wan ew e ku pêwendiya ziman û edebiyatê di navbera Kirmaşanê û herêmên din ê Kurdistanê bihêztir bikin.

“Min sûd ji xwîneran wergirt”

Eta Nehayî jî li ser panelê û civîn bi xwînerên xwe yên Kirmaşanê wiha got:

“Hebûna li Kirmaşanê, hebûna li nava vî xelkê birêz û dostê edebiyatê ji bo min şanazî ye, wan gelek zahmetî dîtin, gelekî westiyan, yek bi yek ez spasiya wan dikim.

Ez spasiya xwendinên wan dikim û min sûd ji wan xwendinên wan wergirt.”

Di panelê de behsa nivîskarî û berhemên edebî yên Eta Nehayî hat kirin.

“Bernameyeke baş hat lidarxistin”

Endamê Komîsyona Navenda Edebiyata Kurdî ya Kirmaşanê Adil Ezemî jî li ser panelê wiha got:

“Me panela Bilindkirin û Rêzgirtin li Eta Nehayî li dar xist. Eta Nehayî nivîskar, wergêr û romanivîsê hêja yê Kurd e.

Me dît ku ne tenê ji Kirmaşanê ji bajarên dorûbera Kirmaşanê jî xelk hatine û tevlî panelê bûne.

Bernamayeke gelekî baş hat lidarxistin û gotarên baş hatin pêşkêşkirin û deqên Eta Nehayî hatin şîrovekirin.”

“Divê em li ser nasnameya Kirmaşanê zêdetir kara bikin”

Endamê Komîsyona Navenda Edebiyata Kurdî ya Kirmaşanê Reza Cemşîdî jî li ser panelê axivî:

Reza Cemşîdî da zanîn ku yek ji armancên wan ê vê panelê bihêzkirina pêwendiya ziman û edebiyata Kurdî ye di navbera Kirmaşanê û herêmên din ên Rojhilatê Kurdistanê de.

Kirmaşan yek ji bajarê herî mezin ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Tevlî hemû hewlên asîmîlasyonê jî ziman û nasnameya neteweyî li nava xelkê bihêz e.

Birêvebirê Pirtûkxaneya Noriyawê Enwer Weledbegî jî li ser panelê wiha got:

“Panel gelekî baş bû. Ev der Kirmaşan e, divê em wekî ferdên Kurd ji bo nasnameya vî bajarî zêdetir kar bikin.

Divê em zêdetir xwe derxin pêş û li ser wê bifikirin."

Eta Nehayî kî ye?

Sala 1960î de li bajarê Baneyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Qonaxên seretayî û navendî li dibistanên bajarê Baneyê qedandine.

Qonaxa navendî, li enstîtuya mamosteyan, li bajarokê Weramînê yê nêzîkî Tehrana paytexta Îranê xwend.

Ew sala 1978an bû mamoste û sê salan li dibistanên gundên Kurdistanê ders da zarokan.

Piştî Şoreşa Îslamî ya Îranê bi tawana çalakiyên siyasî hat girtin û ji mamostetiyê jî hat avêtin.

Eta Nehayî di 16 saliya xwe de bi zimanê Kurdî helbest nivîsandin.

Di 17 saliya xwe de li enstîtuya mamosteyan çîroka xwe ya yekem nivîsî.

Piştî sala 1979an bi awayekî cidî dest bi nivîsandin û belavkirinê di kovarên Kurdî yên li hundir û derveyî welêt kir.

Yekem pirtûka xwe ya çîrokan sala 1993yan li Rojhilatê Kurdistanê çap kir.

Ji wê demê ve li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 pirtûkên çîrokan, 3 roman û bi dehan gotarên edebî û teorîk belav kirin.

Her wiha antolojiyeke çîrokên hevdem a Farisî û çend romanên romannivîsên cîhanê wergerandine Kurdî û gotar li ser wan nivîsandine.

Bi zimanê Farisî jî, ji xeynî çend gotar û hevpeyvînên edebî û çend çîrokên ku di kovarên Farisî yên Îranê de belav kirine, li ser daxwaza dezgeha mîrata çandî ya Îranê, li Tehranê, pirtûkek jî li ser edebiyata destanên kevin ên Kurdî bi navê “Şîrovekirina Bingeha Destanên Kurdî yên Eşqê” nivîsandiye.

Beşdarî piraniya semîner, kongre û festîvalên edebî û rewşenbîrî yên Rojhilatê Kurdistanê bûye.

Her wiha beşdarî hejmareke zêde ya semîner û festîvalên edebî yên li Başûrê Kurdistanê (Hewlêr û Silêmanî) û Bakurê Kurdistanê (Wan û Amed) bûye û gotar xwendine.

Sala 1984an li ser daxwaza Zanîngeha Uppsalayê ya Swêdê ji bo meh û nîvekê çû Swêdê û li wê zanîngehê û li bajarê Stockholmê li ser edebiyata Kurdî gotar pêşkêş kirin.

Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê gelek helkeftên taybet ên xwendin û rêzgirtinê jê re hatine sazkirin.

Xelata salane ya Dezgeha Arasê li Hewlêrê sala 2005an û Xelata Zêrîn a Herdî ya Afirandinê jî sala 2008an di Festîvala Gelawêjê de li Silêmaniyê wergirtiye.

Pirtûkên Eta Nehayî yên ku hatine çapkirin ev in:

Zirîke (Qêrîn), çîrok, çapa Îranê, dezgeha çap û weşanê ya Nacî, 1993.

Tengane (Tengezarî), çîrok, çapa Îranê, Dezgeha Mihemedî, 1996.

Ew Balindeyê Birîndar ku Ez im, çîrok, Silêmanî, dezgeha Serdemê, 2005.

Gulên Şoran, roman, çapa Îranê, dezgeha Mihemedî, 1997.

Balindeyên li Ber Bê, roman, çapa Îranê, Enstîtuya Çanda Kurdî ya Tehranê bi alîkariya Dezgeha Jiyar, 2003.

Girewî Bextê Helale, roman, Silêmanî, belavokên Renc, 2008.

Berhemên Giştî, 2 beş, çîrok û roman, Hewlêr, dezgeha Aras, 2008.

Şîrovekirina Bingeha Destanên Kurdî Yên Eşqê (Lêkolînek bi zimanê Farisî), destûra çapê wernegirtiye.

Berhemên ku Eta Nehayî wergerandine wiha ne:

Şazade Îhtîcab (Hûşengê Golşîrî), James Joyce, J. M. Stewart (Lêkolîn), Mala Ronakan (Çend nivîskarên Îranî, çîrok), Baronê ser daran (Italo Calvino), Qesabxaneya hejmar 5 (Kurt Vonnegut), Sivikatiya ku nayê tehemulkirin ya bûyinê (Milan Kundera), Dadgeh (Franz Kafka).

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike