Ev demeke ku Kurd li ser parastina Selhattin Demirtaş ya li hemberê dagehê nîqaş dikin.?

.

Xelîl Sîpan 

Dewlet û aqilbendên wî û çepên kemalîst ku hinek ji wan di nav HDPê da ne, ev kesan li dijî parastina Demirtaş derketinên, ev kesan tê fêhm kirin. Lê nenek Kurdên xwe wek "neteweperet" bi nav dikin û ew jî êrişî Selhattin Demirtaş dikin.? Lê bi rastî ev kesan nayne fêhm kirin.!

Ev derdoran ji Selhattin Demirtaş lêborînê dixwezin.?

Gelo kîjan partî, rêxistin û sîyasetmedarên Kurd kêmasîyên xwe rexne kirîye û ji gelê Kurd lêborîn xwestîye.? Heger ku partî, rêxistin û sîyasetmedarên Kurdan bi xweşbînî va rexne li xwe bigirtan, rewşa me Kurdan niha li astekî din bû û ev rastîyek me ye. Di sîyaste me Kurdan da kêmasî "pîne û ûleme" kirin heye.!

Ev derdoran mantiqekî pêşbiryar (önyargılı) li parastina Demirtaş ya dagehê dinîrxînin, haja wan ji guhartin û pêşveçûyînên civatê nîne, ci di heş û mêjûyên wan da heye wî tînin ziman...

Parastina Demirtaş a dagehê kêrî dewletê, Ocalan, beşkî PKKê û çepên kemalîst nayê. Heger ku Alî Kemal Ozcan ku dibêje: "parstina Demirtaş a dadgehê, ji bo kuştina Ocalan e"? Ji ber ku proja Tirkîye bûnê û avakirina HDPê Ocalan û dewleta 'kûr' avakiribûn.!

Parstina Demirtaş bi giştî nebe jî zirarê dide wê proje...Divê Kurdên welatparêz li dijî parstina Demirtaş a dadgehê nebin, ev nayê wî wateyê ku kêmasîyên Demirtaş nînin û neyê rexne kirin.

Demirtaş di pêvajoya sîyaseta lagal da cî girt û aktîf sîyasetê kir, lê Demirtaş ne akturê avakirina stratejîyê HDPê bû. Proja HDPê ya Ocalan û dewlata "kûr" bû û hemû kes vê rastîyê dizane.! Ci bidana destê Demirtaş wê ew bigota û "em te nakin serok" ? Bi Demirtaş dan gotin...

Di şerê xendekan, berîyar û plana wî di alîyê PKKê û dewleta kûr da hatibû danîn, armanc pêşî li xebata legal a HDPê girtin bû. Pêşîya hibijartinên 7ê Hezîran 2015an biryarî şer hatibû danin. Nivîsarên min yên wê demê hene û vekirî li ser wê rewşê nivîsandîye...! PKK wê demê propaganda şerekî dirêj a 30 salan dikir û di nav Kurdan da propaganda şer dikir û biryarê şerê Xendeqan di alîyê du quwatên 'kûr' hatibû danîn, HDP û Demirtaş ti tiştek nikarbû bikira...Demirtaş di têkilîyên civakî, propaganda sîyasî û rexistinî da mirov zana û jêhatî ye, lê di alîyê sîyasî da zêde kûr nîne û hat bi kar anîn...

Dadga mafên mirova ji bo berdana Demirtaş peyam dida Tirkîyê û Cemîl Bayîk weha digot: "Ewropa du rûtîyê dike, ji bo serok Apo tiştekî nakin û ji bo Demirtaş dikin"?

Demirtaş di hibijartinên şaredarîya Stenbolê da piştgirî da Imamoglu û herwiha piştgirîya CHP-kemalîst û Kilicdaroglu kir, ev şaşîyên mezin bû ku Demirtaş kirin. Lê paşê got ez dest ji sîyaset aktîf berdidim.?

Çaran di nav jîyanê da serê meriv bi saxî li "kevirê selîmê dikeve û meriv çareke din bi xwe va tê"?

Bi hemû kêmasîyên Demirtaş va parastina Demirtaş ya dadgehê, kêrî doza Kurd û Kurdistanê tê û kêrî kemalîst û çepên kemalîst nayê. Divê em pêşerojê bişopînin ka Demirtaş dê pêşerojê da li van gotin û axaftinên xwe çiqas xwedî derê.? Divê armaca Kurdan "tirî xwerin be, ne lêdana baxçevan be"!!!

 

 

Kurdistan Haberleri

Edebiyat û reşbînî
Ji bo Hevşaredara Dêrsimê biryara desteserkirinê hat dayîn
Ciwanekî Kurd ê Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin
AK Partî: Di destûra nû de mafê zimanê dayikê û efûya giştî tune ye
'Hewlêr û Bexdayê li hev kirine, hinardeya petrolê di nêz de dest pê dike'