Serîhildana gelê me li Başûr
Li gelek dewerên Başûrê Kurdistanê gel serî hildaye.
Buroyên partiyan dişewitînin.
Gel bûye agir, bûye bizot!
Di destpêkêde dema min ev nûçe bihîst, kêfa min hat.
Min got nîhayet va ye gel rabûye ser piyan,
wê hedê şaşiyên partiyan rê wan bidin.
Lê dema ez fêr bûm ku mesele li ser meaşan derketiyê,
Di cî de kêfa min revya.
Min gotibû qey ji ber mesela Kerkûkê hesaban ji partiyan dipirsin,
Lê mebest ne ew bûye.
Mebest çend qurişên bêrikê bûne.
Hurmeta min li hemberî xebata karker û karmenda heye,
xwezayî dibê meaşên wan were dayin.
Lê di demeke ewqasî zahmet,
di demeke welat di bin êrîşandeye,
diviya bû pere ne ewqasî di pêş de ba.
Ev serîhildan bê wate ye.
Bê nirx, bê qîmet e.
Dibê gelê me berî her tiştî li ser axa welatê me yî wendayî bifikire,
Ji bo rizgariya welêt li çareyan bifikire.
Ev ne tenê watiniya siyasetmedar û pêşmergeyan e.
Mijar aîdî tavayê milletê me ye.
Dema ez ev kesîn serîhildane rexne dikim,
naye wê wateyê ku siyasetmedarên me li ser riyeke rast e.
Di van demên zahmet û girîng de, tasarrûf pêwist e,
lê berî her kesî, ewên rêvebir dibê tiliya xwe têxin bin kevir.
Dema rêvebir sindoq û qaseyên xwe bi pereyên petrolê tije bikin,
mafê wan tuneye ji gel daxwaza tasarrûfê bikin.
Mafê gel heye li dij şaşiyan derkeve û mafê xwe biparêze.
Lê ne bi vî awayî!
Welat û welatperwerî ji meaşan girîngtir in.
Dema hin perçeyên welêt wek Kerkûk û dewerên din ji dest biçin,
Ne kar dimîne, ne meaş.
Ji ber vêya dibê gelê me metaneta xwe wenda neke,
Siyasetmedaran hişyar bikin, da ku li ser xwe vegerin.
Dema gelê me xwe li dora rêberên welêt bicivînin,
Emê biserkevin û rizgar bibin.
Roj roja berxwedan û serîhildana li hemberî qolonyalîstan e.
Roj roja bidestxistina Kerkûk û dewerên dine.
Tenê bi vî awayî em dikarin rê li ber azadî û rizgariya welatê xwe vekin.