Di pêşîyê de, dê sersaxîyê ji bona vê felaketa, (velerza) li bakur û roj avayê Kurdistanê de, hatî bixwazim. Bila serê miletê kurd serx be! Bi hîvîdarim ku Xudayê mezin dê şîfaya xêrê ji birindaran re rêke û cihê mirîyan lî biheştê veke. Em bi gotinan nikarîn vê felaketa xwezayîyê bînîn zimanî! Em miletê kurd ji hemî milan ve rasta felaketan dihên. Belê di bawerîya min de, em miletê kurd ji van felaketan xwirttir û mezentirîn. Bila serê miletê kurd sax be.
Di pêşyê de pêwîstî pê heyîye ku em balê bikêşîn li ser nirxên xwebûyinê, çine û kar û zîyanên wê çi ne. Em dê bi kîjan şêweyan ve, giranbihatîya, nirxên desthilatdarîya xwe-xwetîyê û ya zordaran ji hevdu vavêr bikîn! Dema em berên xwe bidîn vê serdema rewşa me ya li başûrê Kurdistanê bi destketîn; dê ferqa bidesthilatdarîya xwe-xwetîyê, dîyarbibe. Dema, em biçavdêrîyeka bê alîgirî li berçavan re derbazbikîn, dê ji bo me nirxên netewetîyê û ferqa desthilatdarîya xwe-xwetîyê dê zelal bibe. Çareserkirina, van derdan, hikimdarîya xwe-xwetîyê ye.
Dema desthilatdarîya welatê me başûrê Kurdistanê di destên zordaran de bû. Hizreta xebatkarên me yên neteweyî ji bo parastina xwe, peydakirina cercûleka fîşekan bû û miletê me di zindanên dagirkeran de dinalya! Piştî vegera miletê kurd ya li ser tirbên şehîdên xwe ya sala 1991ê ji bo me rêya bidesthilatdarîya xwe-xwetîyê dîyar bû. Avabûyina bereyê Kurdistanî yê di dema şoreşa çekdarî de ya dinêva hêzên, başûrê Kurdistanê de, bû bingehekî yê yekîtîya hêzên me yên sîyasî. Em di wê demê de jî destvale bûn; lê ew yekîtîya li dema em li çîyan de dijîyayîn, hatîbû avakirin. Ew yekdengîya me bû binaxê avakirina desthilatdarîya xwe-xwetîyê û berhemdarîya roja îro li berçavan dixwehî.
Zordarên herêmê, nedixwestin yekdengî di nêva hêzên kurdan de avabibin. Belê yek dengîyek di nêva hêzên kurdan de ava bû. Wê yekdengîyê, sîstema Federalî di Iraqê de avakir û herêma Kurdistanê bû şirîkê bidesthilatdarîya Iraqê. Ew yek dengî, bû xwidanê rûmeteka neteweyî û di nêva Cîhanê de jî bû xwidanê rûmeteka bilin. Bi vê rûmeta bilin re, miletê kurd bû xwidan perlemetoyeka neteweyî û firokxane, zankoyên Kurdistanî û quweteka pêşmergên rûmet bilind û bilindkirina Alaya Kurdistanê ji. Hêzên rêberîya vê Cîhanê dikin, çûn berderîyê miletê kurd û doza hevkarîyên mesleheta du alîtîyê ji desthilatdarîya miletêî kurd kirin.
Ez dê bihêm û li ser rewşa aborîya herêma Kurdistana Federal, rawestim. Ez ji dewra destpêka şoreşa îlonê û hita roja îro jî; ji rewşa başûrê Kurdistanê bi gorayî karin û têkilîyên xwe ve ji rewşê agedarim. Ez dê bi mejîyekî yê bibawerî ve, van gotinan bêjim. Di vê serdema binîv desthilatdarî, ketî destên xwe-xwetîya me de. Ji kêmasî ve miletê me û dewlet û desthilatdarîya me, bi hezar caran ji kevin aramtir, zengîntir û bi rûmettir re. Tevlî em bi tev de jî dizanîn, di wê dema bûrî de, kîjan felaket li serê me de hatîne jî! Ev felaketên henê, hemî li alîyekê bin û felaketa herî mezin ya bi nêv xwe yî ya me ji hemî felaketan xiraptir bû. Evê felaketa bi nêv xwe yî, çawe agirê dijminan kêşandî ne di nêva male me de û agir bi destên xwe berdane, mala me, pir dîyardibe! Ev felaket li alîyekê de ji hemî felaketên xwezayî û dagirkeran jî girantir re. Dema em berê xwe bidîn felaket û serhatîyên miletê kurd dê ji bo me dîyarbibe ku di destpêk û di dûmahîyê de jî, her bi tim yên xwe, em bixwe ne. Hemî kes li ser mirîyên xwe digirîn.
Hegî me ev desthilatdarîya li başûrê Kurdistanê, tineheyîbûya; Serokê herêma Kurdistana Federal dê bi kîjan quwet û îmkanan ve xwe li hindada miletê xwe yê lê qewimî bigiheştandîya? Serokê Kurdistana Federal, dê çawe biçûya û li Dîlokê (Entabê) û di civata miletê xwe de di bin xêvetan ve rûniştîya? Serokê Kurdistana Federal dê bi wê mitewazîtîya xwe ve, çawe bikarîya guhdarîya lêqewimîyên miletê xwe bikirîya? Lê ez nikarim têbigihîm ku ev kîjan mejî ne ku li çûyina Nêçîrvan Barzanî ya sersaxîyê li miletê xwe bike re, dijberîyê dike? Ev sifetên malbata mala Barzanî û bidesthilatdarîya xwe-xwetîyê ye ku hita Cenabê Nêçîrvan Barzanî biçe û bi destên xwe birînên dilê gelê xwe derman bike.
Hegî ne demê wê çendê jî be; lê ez dê li vêderê hinekê têkilî sîyasetê bibim. Ez dê balê bikêşim li ser wê çendê ku ji destketîyên biçûk çawe dikarin, destketîyên mezin ji nifşên paşerajên xwe re avabikin. Îdrîs Barzanî, dihê naskirin ku ew endezîyarê wî bereyê li başûrê kurdistanê di dema li çîyan de hatîbû avakirin, bû. Ew hevkarî bû ku bikare berê binaxeyê avakirina sîstema Federalî li Iraqê avabike. Ev destketîyên miletê kurd yên min li jorê bilêv kirî ne ku rê ji serketinên nu re vedike. Nêçîrvan Barzanî di wê dema avakirina wî bereyî de, xortekî yê di medreseyeka neteweyî de mezin dibû û roja îro yê birî serokê Kurdistana Federal. Ew Nêçîrvan e yê bi navê serokatîya herêma Kurdistana Federal de xwe li hinada lêqewimîyên miletê xwe digihîne û birînên wan derman dike. Ev nîşanên nirxên xwebûyinê ne. Nîşanên berpirsîyarîyê jî evin ku berpirs, di rojên tengasîyan de bibin şirîkên êşa civata xwe ya neteweyî.
Pêwîstî pê heyîye ku em miletê kurd, ji hemî milî ve bibîn alîgirê mafên xwe yên neteweyî. Em bi hev re bêjîn ez alîgirim û ji du alîyan ve alîgirim. Yek, ez kurdim û Kurdistanî me û alîgirê welat û miletê xwe me. Ez, ez im û yên di miqabilê min de jî ew in, ne ez dibim ew, ne jî ew dibin ez. Ji alîyê dî ve jî em bêjîn, ez alîgirê têgiheşta xwe ya neteweyî me. Ez piştgirê wê têgiheştê me ku ew têgiheşta mafê miletê kurd û Kurdistanê diparêze; ew têgiheşt jî ji alîyê me ve aşkereye. Dema ez van gotinên xwe pêşkêşî civata miletê kurd dikim; ez tecrûbeyên xwe yên dûr û dirêj, vî mafî didim xwe û van gotinan dibêjim! Ez başdizanim, avakirina destgehên neteweyî û rakirina serokan ne karekî yê bi hinde hêsanîye. Dema mirovî xanîyekî yê ava heyîbe, ya baş ew ku mirov wî xanî xwirt û xweş bike, ne bike kavil û biherifîne, Dê gelekê zehmed be ku mirov xanîyê xwe yê kavilkirî ji nu ve rake li serpêyan û avabike. Ev keda roja îro di destên me de ye, keda bi sedên sala ye!
Ez dê livêderê gazîyekê ji bo miletê kurd û Kurdistanî perweran bikim. Gelo bi hita kengê em dê rêbidîn vê têgiheşta li sernavê miletê kurd, dijîtîya miletê kurd û Kurdistanê dikin re bibîn pişt û pal? Ez dibêjim ku dema wê çendê, ya hatî, em hinekê gazindan ji xwe miletê kurd jî bikîn. Divê em miletê kurd û Kurdistanî ji vê têgiheşta dijîtîya bi destketîyên, miletê kurd re, dikin, bêjîn bese. Herwiha jî em bi yekdengî ji bo vê têgiheşta kurd û Kurdistanî parêz re bibîn pişt û pal. Hegî piştî vê pişt girîyê ji mafên me yên neteweyî, neyên parastin, di wê demê de mafê me dê heyîbe ku em gazindan ji hêza Kurdistanî perêzan jî bikîn. Pirsa me pirsa axê ye! Pirsa me ne pirsa guhertina sîstemên dagirkeran e. Ev pirs ne di quweta me miletê kurd û Kurdistanê de ye. Bila careka dî jî serê miletê kurd sax be.Yek rê ya ji bo me li pêşîgirtina van felaketan heyî, ew jî bi yekdengî û avakirina desthilatdarîya xwe-xwetîyê ye.
16.02.2023 Evdirehmanê Gundikî.