Evîna Hemê Şivan û Zeynê

Diyar Budak

Evîna Hemê Şivan û Zeynê weke destana Memê Alan, Cembelî û Binevşa Narîn li herêma Dersimê dihat gotin. Ev çîrok û strana li ser evîna wan cara ewil kîngê hatîye gotin, nizanim, lê ya ku dizanim ew e ku, di şevên payîz û zivistanê da dema ku civat saz dibû, ji civatê yekî dest diavêt ber guhê xwe, diaxifî û distira.

Min xwest ev destana evînê ya li ser Hemê Şivan û Zeynê hatîye derxistin winda nebe û neyê jibîrkirin. Heta ku ji destê min were ez ê berhev bikim beş bi beş di vê kuncikê xwe biweşînim, pêşkêşî we bikim…

Hemê dibêje:

Xwezaya (tebiet) bajarê Dersimê xwezayeke rengîn e. Bi hêşinayî û dar û beran va xemalinadî ye. Di nav erdnîgarîya Dersimê da çem û kanî gelek in. Avên ji çavkanîyên çîyan derdikevin û di nav mêrg û zevîyan da derbas dibin, weke melodîyên staranan deng derdixin û ber bi deryayan diherikin. Dersim bajarê evînîyê ye. Çîyayen wê ji mehên payîzê heta destpêka havînê, weke bûkên serbixêlî bi berfê va xemilandî ne.

Ez û Zeynê, me jî li Dêrsimê, li ser erdê Budan hevdu naskir. Dema ku min ew cara ewil dît, bedewîya wê hiş û aqil ji serê min bir, dilê min bi awayekî din lêxist. Ji bo xatirê evîna wê, min heft salan ji malbata wan ra şivantî kir. Di wan heft salan da hemû şev û rojên min bi xewn û xeyalên li ser dîtina wê dikir, derbasbûn.

Evîna min evîneke yekalî bû, heta roja dawîyê jî min ji tirsa ku ew min red bike, dilê xwe jê ra venekir û bi dizî jê hezkir. Rojekê li gund dîlanek çêbû, di hemahengîya dîlanê da ez li firsendekê gerîyam. Dema ku min firsend dît, min hemû hêz û quweta xwe da serhev û dilê xwe jê ra vekir. Bi gotinên min ra Zeynê kêfxweş û bextewar bû.

Lê dîsa jî ez ditirsîyam ku daxwaza dilê xwe ji birayê wê ra bibêjim. Heger ku min bigota wan ê ez cawbikirima û dawî li şivantîya min bianîyan. Yek rêyek li ber min mabû ku ew jî rev bû.

Min biryara xwe da û xwest dawî li şivantîya xwe bînim, evîna dilê xwe Zeynê birevînim û bibim bi malbata xwe ra bidim nasîn.

Zeynê keçikek 22 salî bû. Min dixwest ez û wê jîyana xwe bikin yek û weke jin û mêr heta dawîya emrê xwe, serê xwe bidin ser balgîyekê. Şev û rojên xwe di nav malekê da derbas bikin, ji ava kanîya gundê me, ava sar û zelal vexwin û heta roja mirinê, evîna xwe bidomînin.

Roja mayîn bi serê sibê ra çûm ser kanîyê, min dest û rûyê xwe şûşt. Dûra min berê xwa da Rojê got:

Roja zerîn tu me tenê mehêlî

Ji me ra alîkar be, ya Xizirê kelek û gemîyan!

Xwedê nasîp bike, risqê me hemûyan.

Sibê roja min a dawîyê ye li ser erdê Budan

Tu min tenê mehêlî li hember bêbext û namerdan

Ya Heq bide min, sebra merxasê Kurdan

Ya roja zerî!

Tu sibê li me xwedî derkevî!

Sibe roja 21 ê Adarê

Hê germî neketîye erdê û darê

Ez pîroz bikim du cejnan gel hev, yek carê

Yek ji bo Zeynê canê

Ya din jî cejna me ya Newrozê, ji bo min karê

Hemê Şivan û Zeynê rojek berê çawa ku biryar dabûn, danê sibê di nav bostanan ra derbas bûn û di bin dara sêvê da hatin ba hev. Hemê destê Zeynê girt, bi hev ra li ber koka darê rûniştin. Çend xulek bêdeng û bi kelecan li rûyê hev nihêrîn û bêdeng man. Dûra Hemê destê xwe avêt guhê xwe, dest pê kir û kilamek ji Zeyn xatunê ra got…

Zeyne destê xwe bide min

Ez ê te birevînîm, bibim bavêjim paş mala Ejder Begê.

Mala egît û mêran e,

Kel û stargeha xwînîyan e

Wele ne malekî ne ji dudîyan e,

Mara min û te dibirrin bi destan e.

Ew ê neqetînin miradê du dilan e

De rabe Zeynê de rabe…

De rabe hesreta dilê Hemê şivan, Zeynê de rabe!

Çavê Zeyne nebirrî, rabe û bide dû Hemê. Tirs û xof kete dilê wê, bersiva Hemê bi kilamek da û got:

Ay lo, ay lo, ay lo, ay lo, ay lo….

Wele nabe Hemo nabe, lo soysizo nabe

Li balgîyê bin xwe bigir rabe

Pozê  birayê min pir bilind in,

Gel aşîrê Kurdan alçax nabe

Dilê min yan e sê caran yan e

Her sê birayê min sîyar dibin li seklawîyane

Zorê didin qamçî û zengîyane

Lê dixin û digrin talanane

Êriş dikin ser mala Ejder Begê dikevin ber derîyane

Ez û tu, emê bikin sêr û temaşane

Wele nabe Hemo nabe.

Ser me da şev bû sibe Hemo rabe..

Carek dilê Hemê ketîye Zeynê û tu car lê waz nayê. Hemê li ber serê Zeynê sekinî û kilameke din avit ser Zeynê û got:

Ay lê, ay lê, ay lê, ay lê…. Zeynê …

Dilê min bi kelecan e, zor kelecan e

Keçê malxirabê bejna te mîna tayê rihan e

Ev zilma ku tu li min dikî ne yek û du, ne jî ya sisîyan e

Were destê xwa bide Hemê şivan bila te birevîne ser çîyane

Dixwazi tabûrek leşker li dû me bin, me nabînin li şekeft û zinarane

De rabe Zeynê rabe, roj ser me da çû avane..

Ez ê destê te bigirim, bibim û bavêjim ser zinaran e

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye