Evîndariya Dîno û Dînê!                                                    

Şerefxan Cizîrî

Ji heyaman û vir de pirsa ku nivîskar çiqasî tecrûbe û xeyalên xwe vediguhêzin nava berhemên xwe, hertim hatiye nîqaş kirin. Ev nîqaş, xwedîyê cîhekî berfirehê di nava edebiyatzanan, entelektuelan û nivîskaran de. Lê bi rastî ev nîqaşeke bêdawîyê, li gora nêzîkbûnên îdeolojîk, avanîya tekstên edebî, bendemayên civakî, pirsgirêkên derûnî ev nêzikbûn formata xwe dıkare biguherîne. Dîtinên cüda li gora heyaman di vê nîqaşê tên parastin. Hemû mijarên edebiyatê ji xwe wilo ne. Lê dîsa rastîyek mirovî jî heye; nıviskarê berhemeke edebî tucara ji hemû hest, fıkir, xeyal û tecrûbêyên xwe nıkare xwe bi timamî daweşîne. Nivîskar ne robotekê ku ji Dinyayeke din daketibe nava civaka xwe û tekstên xwe formüle dıke. Nıvîskar jî beşek ji civaka xwe ye. Hemû nivîskar bi haweyekî derûni, kevneşopî, kesayetî û zimanî dibin bandora nırxên civaka xwe de ne. Weke hemû kesên ku di civakeke de bi hevdû re dijîn, ev nirxên şênber piralî realîze dibin. An vekirî an jî veşartî berhemên nivîskaran nirxên civakeke şênber didin der. Carna nivîskar di nava civakê de ne, carna xwe li derveyî civaka bicîh dikin lê ew her di nava têkılîyên civakî de dijîn.

Bı rastî heta nûha Kurdan ev pirsgirêkên hanê bi haweyekî zanistî û kulturî baş niqaş nekirine. Ji xwe gelekî diyarê ku me van pirsgirêkan birêkûpêk heta nûha baş nîqaş nekirîye jî. Lê ez dibêjim piştî vê pirtûka Sevda Kaplan ku bi navê Dîno hatiyê nivisandin, wê ev pirsgirêk piralî werin nîqaş kirin. Qet nebe ez wilo bahwer dikim. Taybet nivîskarên jîn heta nûha pirsên evîndarîyê, erotîzmê di berhemên xwe de baş veneguhêztine nava tekstên edebî. Sevda Kaplan bi wêrekî vê mijarê derdixîne pêş, dilbijandin û xwestekên erotîkî bi zelalî formüle dike. Pirsa erotîzmê û evîndarîyê çiqasî pirseke têkilhevbe jî, çiqasî ev têgeh hevdû dahf bidin jî, çiqasî formata xwe biguherînin jî, pirsgirêk bi hemû tazîbûna xwe di pirtûka Sevda Kaplan de baş derdikeve pêşberî xwîneran.

Mirov dikarîbû ji vê xebatê re bigotana evîndarîya dû mirovan, evîndariya jin û mêrekî an ji evîndarîya du mirovên dînik. Du mirovên ku Kurd in lê ne li gora ûrf û kevneşopîyên Kurdan tevdigerin. Ew di berhema Sevda Kaplan de dibin kesayetîyên nû, kesayetiyê modern û ji pêwendîyên civaka xwe bidûrdikevin. Ya ku wana berbi hevdû de didehfîne ne evîndarîyeke ji rêze ye, lê belê pêwendiya wana bêtir li ser erotîzmeke xwezayî dibişkive.

Li gora rastî û bûyerên di pirtûkê de evîndarî - erotîzm di navbêna nivîskarekî û rojnamevanekê de derbas dibe. Nivîskar li derveyî welat dijî û rojnamevan jî li welatê xwe ye. Nivîskar paneber e, li Swedê dijî, zewicî ye, xwedîyê çar zaroka ye, lê rojnamevan hîna azib e û di derbara tecrûbeyên erotîk de tenê xwedîyê hinek xeyalan e. Bi rêya medya civakî ev herdû evîndar hevdû nas dikin, Faacbook û ınternet dibe alîkarê wana, ew bi wextê re pêwendiyên xwe bipêşde dibin, hez ji hevdû dikin û di navbêna wana de xirecireke erotîk û dêrûnî şax û pêrê xwe berdide nava tekstên çîrokê/romanê. Gav bi gav mirov dibe dîtyarê pêwendîyeke xerabkar, atmosfereke ne tebût, dilbîjandinên sexte û hêviyên bêbingeh.

Mirovê nivîskar ku navî wî di pirtûkê de Dîno ye, xwediyê ezezîtiyeke bêhempa ye, xwe navenda Dinyayê dibîne û di bingehê bûyeran de ew gelekî heyranê xwe ye jî. Ji sîha xwe re dibêje, bi wir de here! Weke dîkekî elokan li dora xwe dizîvir e. Hayê wîna ji bayê felekê û normên civakî tüneye. Dînyaya wîna bi serê xwe ye û sexte ye. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku nivîskar Narkîsoseke modern e. Qure ye, xweperest e, xapînok e, berjewendî parêz e û baş dizane derewan jî bike! Qarekter li ba wîna tuneye, weke botbotê ye, serê çirkeyeke guherbar e, ne tebût e û weke mirîşka ku hêq pêre be, li tu deveran rehetîyê ji xwe re nabine! Lê Dînê çilobejî dibe evîndarî wî nivîskarî! Em jî di pirtûkê de Dîno bi pêşdarazîn, dîtin û sêwirandinên Dînê dinasin. Çîroka Dîno û Dînê bi vê rebazê derdikeve hımberî me.

Nivîskar Dîno mirovekî koçerkî ye, geh li Swedê ye, geh li welat e û geh li Stenbolê ye. Çerxa wîna ya aborî çawa dizîvirê jî ne gelekî dîyar e. Di çîrokê/romanê de hinekî qala bazirganiya nivîskar jî tê kirin, lê tu kes nizane bi ew bazirganiya çî dike! Bazirganî çiqasî li ser berjewendiyên şexsî ava dibe, lehengê çîrokê/romanê Dîno jî di hemû danûstandınên xwe de weke bazirganan tevdigere. Evîn û erotîzm jî ji bona Dîno dibe weke babeteke bazirganıyê.Tê zanîn ku bazirganekî baş dikare ji bona berjewendiyên xwe derewan jî bike, Dîno jî di pirsa evînê de wilo dike! Nivîskarîya Dîno ne li ser bingehê afirandina edebî, etîka nivîsandinê, normên nivîskaran pêşde diçe. Di çîrokê/romanê de mînak ji nıvîskarîya Dîno dernakevin holê. Ew bêtir weke malekî ji rêze xwe difiroşe bazara nivîskarîyê, xwe derdixe pêş û tolazîyan bi derdora xwe re dike. Xwe weke zana û derdora xwe ji weke nezan pênase dike. Xwe weke entelektüelekî neqandî pênase dike, dixwaze civak wîna wilo nas bike, xwe bi derdora xwe wilo dide xuyakirin, xwe di gelek waran de şahîk dike, di hemû tevgirêdanan de xwe dixemilîne lê taybetmendiyên entelektuelan li ba wîna qet tüne ne. Nasnama wî ya edebî û kesayetî li hevdû nakin. Ew ne mirovekî rastgo ye, ne wêrek e, ew bi xwe derewîn e, zıkrêş e û ji xwe û pêve jî tu kesan naecibîne…

Dînê jî, li miqabilî egoîzma Dîno jineke xwedî hestên lawaz e, zû tê xapandin, hertim Dîno efû dike. Dinê, hinekî xeyalperest e. Lingeke wêna li gund e, yek li bajêr e û berê wê li Ewrûpa ye. Belê. Di  mijara xwexapandinê de gotineke nivîskarê Swedî Artur Lûndqvıst tê bîra min. Gotineke gelek watedar e. Artur dibêje; li ba hinek jinan hestên efûkirinê ewqasî tov in ku, ew hertim pêrgî mêrên sextekar dibin! Dînê ji gelek caran Dîno efû dike, hêvî dike ku Dîno xwe biguhere, bahweriyê bi evîn û hevaltiyê werine lê hêvîyên Dînê vala derdikevin.

Dîno, her weke xwe ye, derewîn e, xapînok e lê dîsa Dînê dide dûv Dîno! Her çiqase Dînê bi tevahî dibêje, hemû zilam wilo ne jî, ew dîsa nikare hêzkirina xwe bi hest û aqilekî baş pênase bike. Dinê ne xweragir e. Baş e; ma bi rastî hemû zilam û nivîskar weke Dîno ne! Ma hemû nivîskar û zilamên Kurdan weke hevdû ne? Tiştekî balkêş e ku hemû jin jî ne weke Dînê ne! Hevala Dînê bi xwe bi Dîno re dikeve têkilîyan û hevala xwe dixapînê. Di rastîya civakî de jin jî dibin xaponîk, derewîn û durû. Ango xapandin, derew, dûrûtî ne tenê taybetmendiyên zilaman e. Gava ku mirov wan taybetmendiyan tenê bike yên zilaman, mirov neheqîyeke mezin dike. Kî xwediyê wan taybetmendiyan be -çi jin be çi mêr be- divê mirov li dijî wan helwestan rawest e. Kurt û kurmancî; jinên xapinok û derewîn bi qasî mêrên xapînok û derewin divê werin rexnekirin. Zılam jî wilo…

Pirtûka rojnamevan Sevda Kaplan ku ji Weşanxana J@J derketıye, bı rastî ev dîtinên ku mın li jor formüle kirin, careke din aktüel dike. Gelo, pêwendiya jin û mêran, zewac, evîndarî, têkilîyên hêzkirîyan li ser kîjan normên civakî, etîkî û dêrûnî ava dibin? Di civaka Kurdan de ev helwest çawa ava dıbûn? Gelo di van pirsan de jinên Kurd yên nivîskar çiqasî berhemên xweser afirandine? Ez baş dizanim ku piştî salên 1960 an de li hemû welatên Ewrûpa ev babetê edebiyat biberfirehî di nava jinên nivîskar de pêşde çû. Ji vê babetê edebîyatê re digotin, edebiyata li xwe mıkûrhatine. Jinan tecrûbeyên xwe, mikurhatinên xwe vediguhêztin nava tekstên edebî. Lê xuyaye ku li cem Kurdan ev babetê edebîyatê neketê rojeva nivîskarên jin. Çima gelo? Aha ji we re mijareke nivîskarîyê, mijareke ku hemû cûrê mirov di vê mijarê de xwedî dîtin û tecrûbe bûn. An jî hîna nebibûn xwedî tecrûbe!

Bi rastî hewcedarîya edebiyata Kurdan bi jinên wêrek heye…