Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin

.

 N. Elî Munezemî

Bizava “Jin, Jiyan, Azadî” ku piştî şehîdbûna Jîna Emînî di 16 Îlona 2022an de li Rojhilatê Kurdistanê serî hilda û piştre pelên xwe avêtin bo hemû aliyên Îranê, bizaveke bêhempa bû ku bo yekimîn car di temenê Komara Îslamî de bi wê berfirehiyê û naverokê bi dijî wê rejîma tûtalîter û dijî mirovî çêbû. Armancên wê şoreşê ku di slogana “jin, Jiyan, Azadî” de reng vedabû, li karakterên kesayetiya Jîna Emînî ve hatibîn wergirtin. Li berk u Jîna kurd bû, jin bû û astengiyên ser rêya jiyana wê bi sedema Kurdistanîbûnê bû. Bi wê wateyê ku ew li hêlekê di bin zilma neteweyî, zayindî û çînayetî de bû û li hêla din jî di bindestiya pergalek tûtalîter de hemû azadiya xwe ya takekesî û sîyasî jî bêpar mabû. Li ber hindê jî şehîdbûna wê zû bala xelkê li her derê kişande ser xwe û xelkê di yek yan çend li wan zilman de, xwe bi Jîna ê re hevpar dizanîn û dûr nedizanîn ku rojeyê çarenivîsa Jîna ê bibe çarenivîsa yêkek li endamên malbata wan bi xwe jî. Li ber hindê jî her di merasima binaxkirina Jînaê de hate gotin ku «Jîna dikarî keça her yek ji me be” û ew gotinê xelk hejand û ew li xevek giran hişar kirin.

Her li destpêka şoreşê de derket ku Rojhilata Kurdistan li qada siyasî de bêhtir û baştir li hemû neteweyên din yên bindestê Îranê de hatine organize kirin û xwediyê potansîyela serhildanê li dijî rejîma Îranê ne. Li ber hindê jî rejîmê zû cehd kir ku li rêya hindek mohreyên xwe di nava opozîsiyonê de, yekbûna kurdan bike armanc û nehêle yekbûna netewî di Kurdistanê de berdewam be. Ewan bi pîlan aliyek sîyasî di Kurdistanê de kişandin bo nav leyîstokên xwe ku li aliyê dezgehên ewlekarî yên Îranê û opozisyona navendgera ve hatibûn pîlan kirin û bi wê yekê jî yeketiya netewî di Rojhilatê de tûşî astengiyê kirin.

Bo neteweya serdest li Îranê de tenê azadiya siyasî û takekesî armanc e. Li berk u ew wek Kurdan rastî zilma netewî nabin û kêmtir li kurdan jî zilma cînayetî li wan tê kirin. Li ber hindê jî her çend ku li destpêka şoreşê de ewan hindek hewsozî bi kurdan re nîşan dan, lê li dema daviyê de ku kurd li qadan dihatin kuştin, ewan tenê li pişt pencereyan slogan didan û hazir nebûn rîskê bikin.

Partiyên sîyasî yên Rojhilata Kurdistanê jî kêmasiyên mezin li xwe nîşan dan di wê şoreşê de. Rêberiya wan partiyan nekarîn zû xwendinek drûst li wê şoreşê bikin û piştre jî nekarîn li qada dîplomatîk de çalakiyên layiqê wê şoreşê hebin. Xwîna kurdan hate rijandin û bû derfet bo xelat û beratan bo hindek kes li neteweya serdest ku nirxek ne bo şoreşê û ne jî bo neteweya Jîna Emînî dabûn.

Şoreşa Jîna her wisa bû sedema paşekişe bi rejîmê derheq pirsa hicabê û hindek normên ku rejîmê pêştir li civakê de li ser jinan de sepandibûn, hatin şikandin. Ew şoreş her wisa bû sedem ku hindek mohre û xwefiroş li dema xurtbûna şoreşê de, daxûyaniyan bidin û wek rastî yan taktîk bihorîya xwe rexne bikin û bêjin ku êdî tewî rejîmê nabin.

Şoreşa Jîna bû sedemê çêbûna wêjek xasmanî li dîroka xebata neteweya kurd û neteweyên bindestê Îranê de û karî bala cîhanê bikşîne ser wê şoreşê. Ewê her wisa dîroka Îranê û Kurdistanê li ser du qonaxên pêş û paş wê şoreşê parve kiriye. Yanî ne Îran dikare bizivire bo serdema pêş wê şoreşê û ne şoreşa kurdan dikare wek serdemên pêş wê şoreşê xebat û siyasetê bike. Şoreşa Jînaê carek din da eyankirin ku eger em pirsa Kurdistanê wek xwe nebînin û her di çarçoveya Îranê de û wek pirsek navxweyê Îranê dûreçonê bo bikin, yê tenê zirar li me bimîne û hemû qazancê wê yê here berîka neteweya serdest. Li ber hindê jî hevceye ku ew pirsa xwe wek pirsek netewî û Kurdistanî bibînin. Hingê ew yek yê bibe sedem ku zirar û qazancê wê bo me bi xwe bin. Şoreşa Jîna kapasîteya Kurdistanê bo rolgêran di xebatê de da ber çavan. Ew kapasîteya çawa em dibe mifahê jê werbigrin, dibe partiyên siyasî li asteke wek hev de, bêyî ku yek ji wan rolek mezintir bo xwe heq bizane, bikarin bi plan û bernameyek hevpar dora hev kom bin û tenê bi armanca rizgariya welat û netewe, yekgirtî xebatê bo pêşve bibin. Hemû aliyek dibe armancên din bihêlin bo piştî azadiyê û îstiqrara sîstema sîyasî di Rojhilatê de.

Çavkanî Kurdistan Media 

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike