Piştî hilbijartinên 7ê Hezîranê, bayê şiddeta ku li bakurê Kurdistanê û Tirkîyeyê peyda bû bi encamên xerab her berdewam dike.
Fezlekeyên hin parlamenterên HDPyî bi behaneya hin beyan û çalakîyên wan, ji bo rakirina parêzbendîya wan şandin Meclisa Tirkîyeyê. Reşnivîsa ji bo guhertina Qanûna Bingehîn a ji bo rakirina parêzbendîyê bi dengên AKP, CHP û MHPyê ji Komusyonê derbas bû.
Pir aşîkar e ku armanca fezlekeyan siyasî ye.
Ji beyan û muneqeşeyan tê fêmkirin ku di warê rakirina parêzbendîya HDPyîyan de di navbera AKP, CHP û MHPyîyan de “lihevkirineke neteweyî” çêbûye.
AKP ku di warê çareserîya pirsa kurdî de naxwaze tu gavekê biavêje û çareserîyê tenê di şiddet û berfirehkirina “tedbîrên asayişî” de dibîne, bi piştgirîya MHPyê dixwaze HDPyîyan ji Meclîsê bi dûr xe, CHP jî li defa wan dixe.
Wekî tê zanîn, di 4ê Adara 1994an de hin parlamenterên DEPyî bi zorê hatibûn girtin û cezayên giran dabûn wan.Lê vê yekê da nişandan ku xetimandina siyaseta sivîl, bêdeng kirina parlamenterên xwedî bîr û bawerîyên cihê, hem bêçareserî ye û hem jî şiddetê berfirehtir û kûrtir dike û di civatê de birînên kûr vedike.
Ew ê dîsa wekî wê carê be!
Di şerê ku Dewleta Tirk di Tîrmeha 2015an de dest pê kir û PKKê jî bi siyaseta xwe ya xendekan, bahaneya dewletê kûrtir kir, rê jê re xweştir kir de armanceke esasî jî ew bû ku zemîna xebata siyasî ji holê were rakirin û texrîbkirin. Şer û pevçûnên qewimî daye nîşandan ku gelek destkevtin û qezencên siyasî di vî warî de zerar dîtinin.
Armanca rakirina parêzbendîyê jî wek dewama vê siyaseta şerî bertengkirin û rêlibergirtina meydana siyasî û xebata legal e.
Bi rakirina parêzbendîya şiddet û bêçareserîîya li bakurê Kurdistanê dê hîn kûrtir bibe.
Ji bo çareserîyeke aştîyane, divê rêya dîyalogê neyê girtin,divê meydana siyasî ya legal neyê tengkirin, heta ji dest tê were berfirehkirin.
Em partî û tevgerên sîyasî yên bakurê Kurdistanê ku îmza wan li jêrê ne:
Bi rakirina parêzbendîya hin parlamenterên HDPyî dê azadîya ramanî û azadîya birêxistinbûyîna ku ji xwe mehdût e, hê bertengtir bike û tu xizmeteke wê ji aşitî û çareserîya siyasî û demokrasîyê re nîne. Em ji vê neheqîyê re dibêjin NA!
Em bang li desthilatdarîya siyasî û hemû partîyên di meclîsê de ne dikin, dev ji vê helwesta xwe berdin, hewa û atmosferê hê xerabtir nekin û ji bo çareserîyê divê hin gav werin avêtin da ku pirsa kurdî bi rêyeke aştîyane, bi çareserîyeke siyasî û adilane were çareser kirin.
Em li vir bangî Dewleta Tirk dikin da ku dev ji siyaseta şiddet û zordestîyê berde û PKK jî dev ji siyaseta şerî berde; divê yekser du alî agirbest were îlan kirin.
Werin em hemû partîyên kurdan yên li bakur, li gel garantorên navneteweyî ji bo destpêkirina pêvajoya çareserîyeke rastekîn bi Dewleta Tirk re li dor maseyekê rûnin.
04-05-2016