Ewrên Reş û Rojavayê Kurdistan

Şeyhmus Ozzengîn

 

Divê em xwe nexapînin; Tirk, Ereb û Farisan, dewletên xwe, li ser bingeha dijminatîya kurdan avakirine. Hebûna dewletên wan, bi dagirkirina Kurdistan, bi tinekirina kurdan ve girêdayîye. Ku Kurd nebin xwedîyê stratejîyek şikenandina nîrêdagirkerîya van hersê dewletan û Kurd, li ser axa xwe rehat nebin xwedî hêz û nikaribin serfiraz, azad bijîn. Çanda mirovatîyê bi van dewletên dagirkerên Kurdistan re tineye û ji van dewletan hêvîya helwestek mirovane xapandine.

Ev demek dirêje Tirkîye bi piştgirîya Rûsîya, Îran û Sûrîye pîlanek avakirîye û dixwaze li Başûrê Rojavayê Kurdistan dest bi operasyonek dagirkerî bike. Pîlana ku li ser Rojavayê Firatê pêkanî, niha dixwaze vî pîlanê dagirkerî biberfirehî, li seranserê xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan bimeşîne.

Bi alîkarî û dagirkirinaTirkîye, li Carablûs û Efrîn çi têt kirin?

Artêşa tirkîye, bihemahengîya wan hêzên Ereban yên tundrew re; destdirêjî canê kurdan, malên kurdan, namûsa kurdan dikin. Heta niha 350 hezar ereb li herêmê, li ser mal û milkê kurdan hatîye bicîhkirin û demografîya herêmê têt guhertin. Niha Tirkîya dixwaze vî pîlanî jibona seranserê axa Başûrê Rojavayê Kurdistan bikarbîne.

*Armanca vî pîlana Tirkîye, dagirkirina xaka Başûrê Rojavayê Kurdistan e.

*Bicîhkirina penaberên ereb li ser mal û milkê kurdan e û guhertina demografîya herêmê bixwe ye.

*Di amadekirina nexşa Sûrîye a sîyasî û amadekirina makezagonet nû a Sûrîye de zeîfkirina destê kurdan e, ku Kurd wek statû tiştek bidest nexînin.

Tirkîye, jibona destpêkirina vê operasyona leşkerî û pêkanîna vî pîlanê dagirkerî; ev demeke, danûstendinên dîplomatîk, navdewletî dimeşîne.

Di meşandina van têkilîyên dîplomatîk de muhatabênTirkîye; Rûsîya, Sûrîye û Îran piştgirî dan Tirkîye.

Yekitîya Ewrûpa (YA) bi pîlana „derî ji penaberan re vedikim. Wê bi milîyonan penaber werin berderîyê we“(!) YE tehdîtkir û eşkere, ji YE, jibona vê pîlanê piştgirî xwest.

Serokkomarê Tirkîye di civîna Netewên Yekgirtî (NY) de nexşa Başûrê Rojavayê Kurdistan bilindkir û bi zimanekî vekirî, li navça vê hemû nûnerên cîhanê mêzekir û got: „Ya hûnê piştgirîyê bidin min, ku ez derbasî Rojhilatê Firatê bibim û li ser dirêjîya 450 km û Kuraya 35-40 km bigirim destê xwe. Li vê deverê gund û bajarokan ava bikim û 2 milîyon penaberên Sûrîye li van gund û bajaran bicîh bikim, ku fînansman ji we û avakirin ji me. Yan jî ezê derîyê xwe ji penaberan re vekim, bikim ku bi mîlîyonan penaber werin welatên we.“(!)

Bi qasî ku ezdişopînim, YE, hin jibona berjewendîyên xwe yên aborî-siyasî û hin jî di pirsgirêka penaberan de ev tehdîda Tirkîye qebûl kirîye. Her çiqa hinek sazîyên civakî li dij vê derkevin jî, wê wek dewletên YE bêdeng bimînin.

Muhatabê dinyê Tirkîye Emerîka ye. Ji ber ku bi destpêka şerê li henber DAÎŞ re; Emerîka hat herêmê û bicîhbû. Bi kurdan re têkilî danî û Hêzên Sûrîye Demokratîk (HSD) avakir. Di şerê li henber DAÎŞ de, wek hevalbendek leşkerî tevgerîya. Ji hêla lojîstîk de piştgirî da van hêza û her kuç û evt êkilî di asta leşkerî de bipêşve çû. Lê ticarî Emerîka bahsa piştgirîyek sîyasî ji kurdan re nekir û kurdan jî li Rojava ev ji Emerîka ev daxwaz nekir!

Gihîşt astek wilo ku Emerîka, di navbera presa Tirkîye û rewşa YPG/HSD de ma. Tirkîye, têkilîyên xwe bi Rusîya, Îran û Sûrîye re jî çêkir û li henber Emerîka wek qozek bikaranînê xist destê xwe.

Di herêmê de li serhevalbendîya bi kurdan re, sîyaseta Koşka Spî û Pentagon û kongre, Senotoya Emerîka perçe perçe û dur û helwestnîşan dan. Ev rewşa sîyaseta Koşka Spî û Pentagon li ser asta têkilîyê bi kurdan re; ji dagirkirina Kerkuk û Carablûs-Efrînde, bawerîya Kurdan şikenandîye. Helwestek Xiyanetkar û tenê „jibona berjewendîyên xwe bikaranîna kurdan“ derxistîye ber me. Beşek ji van sazîyên Emerîka, sîyaseta Koşka Spî rexne kirin û Koşka Spî bi  „terkkirina hevalbendên Kurd û xîyaneta bi kurdan re“ tewanbarkir û eşkerekirin ku;  „ev helwesta Emerîka wê kurdan bavêje hinbêza Rûsîya, Tirkîye, Sûrîye û Îran“.

Koşka Spî jî di daxuyanîyê xwe de eşkerekir ku; „şerê Sûrîye û hebûna leşkerên Emerîka li bakûrê Sûrîye mesrefek mezin ji Emerîka re tîne û ji netîcên vî şerî jî bifikarin“. Ji ber wê jî eşkerekirin ku; „Ev demeke Tirkîye amadekarîya xwe dike.   Wê Tirkîye di demeknêzîk de li ser bakurê Sûrîyê dest bi operasyonekê bike. Emerîka di vê operasyonê de cîhnagire û piştgirîyek leşkerî jî nade vê pîlanaTirkîye. Wê Emerîka hêzên xwe yên leşkerî ji herêmê bikişîne“(!)

Bi gelemperî ji van daxûyanîyan derdikeve holê kuTirkîye raya navdewletî bi van têkilîyên dîplomatîk nerm kirîye û vê jî, jibona berjewendî û armancên xwe yên nemirovane bikarbîne. Hin dewletên ku di bin baskê Yekitîya Netewan (YN) de û hin YE, Rûsîya di derbarê vê pîlana Tirkîyê de îqnabûne. Ji Koşka Spî jî dengên cûrecûre didin nîşan ku, Emerîka jî ji bona pîlanên Tirkîye amade ne.

 

Sîyasetmedarên Kurd çidikin?

Ji helwestek netewî û kurdistanî dûr, bi berjewendîyên partîzanî tevdigerin. Bi sîyaseta wekaleta şer li xwedi nêrin û bêstratejîyek Kurdewarî ne. Bi pergalên sîyasetek yekalî, totalîter tevdigerin û di navxwe de perçeperçe ne. Bi bin pêkirina berjewendîyên Kurd û Kurdistan sîyaseta „biratîya gelan“(!) diparêzin. Nizanin ku wê rojekê ev sîyaset jî bibe sebeba ji kenandina wan.

Min her nivîsîye û carek din dinivîsim. Eger li Başûrê Rojavayê Kurdistan ênîyek Kurd û kurdistanî ava nebe. Arteşek milî parastina xaka Kurdistan neke stratejî ji xwe re, wê kurdên Başûrê Rojavayê Kurdistan wenda bikin!

Her stratejî li ser esasên berjewendîyên milî ava dibe. Kurd ji vî hestî dûr nikarin xaka xwe ji dagirkeran biparêzin.

08.10.2019