Ewrûpî terka Tirkiyê dikin, Ereb şûna wan digrin

Ev sala dawîn, bi taybetî jî piştî şerê dewletê ya li dijî Kurda û hewla derbeya eskerî hejmara kesên Ewrûpî ku li Tirkiyê xwedî mulk in, kêm dibe, lê hejmara xanî kiroxên Ereb zêde dibe.

Li gor îstatîstîkên meha Îlonê hejmara kesên Ewrûpî ku li Tirkiyê xwedî mulk in kêm dibe, lê hejmara xanî kiroxên Ereb zêde dibe Hejmara biyaniyên xwedî xanî li gorî sala çûyî ji sedî 27.8 kêm bûye. Di meha îlonê de bi tevahî hezar 276 xanî ji bo biyaniyan hatine firotin ku piraniya van jî kiroxên İraqî ne. Welatiyên İraqê di sala 2015’an de jî biyaniyên ku herî zêde li Tirkiye xanî kirîn bûn. Iraqiyan di meha dawîn de 230, siûdiyan jî 140 xanî kirîne.

Li gorî barometreyan, welatiyên İraq, Erebistana Siudî û Qatarê biyaniyên ku herî zêde berê xwe didin Tirkiye ne. Piştî ku Ewrûpî terka Tirkiye dikin, danûstandinên van welatan her zêde dibin. Lê ew yek li piyasiya zevîfiroşiyê hin pîvanên nû û rêbazên ku tahdeyê li vê sektorê dikin jî bi xwe re tîne. Ji ber ku dewlemendên van welatan, li hin deran qadekê bi temamî dikirin û estetîka xwe lê ferz dikin.

 

Siyaset Haberleri

EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be
Îlham Ehmed: Serok Barzanî piştgiriya yekîtiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê dike