Eyyûb Sûbaşi: Dadgehê axavtinên kurdî weke sûc qebûl kirin û ez ceza kirim

.

“Ez di telefonê de li ser Ebûlqasim Lahûtî pirsê ji hevalekî xwe dikim. Ji min dipirsin ka Lahûtî kî ye. Lahûtî şairekî navdar e ku di sala 1957an de koça dawî kiriye.”

Li gor gotina Hevserokê berê yê Enstîtuya Kurdî yê Stenbolê Eyyûp Sûbaşiyî, dadgehekê ji ber vê û hin kar û barên derbarê kurdî de kirine, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê biriye.

Di 2yê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) ya 2023yan de polîsan li Stenbolê û Kirklareliyê, bi ser çendîn malan de girtibûn û endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Civaka Demokratîk (HDK) û saziyên sivîl desteser kiribûn. Hevserokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê yê wê demê Eyyup Sûbaşî jî yek ji wan kesan bû ku hatibû desteserkirin.

Sûbaşiyî biryara dadgehê bi gotina ku “xebatên kurdî weke sûc qebûl kirine” nirxand.

Li gorî zanyariyên ku Sûbaşiyê dan, axavtinên wî yên bi kurdî yên di navbera wî û hevalên wî yan jî hevkarên wî de bûne sedema cezakirinê:

“Dema ku me ev biryar bihîst, em gelek şaş man. Ji ber ku tiştên bingehîn ên ku di dosyeyê de dihatin gotin, ji ber wergera şaş bûn. Hemû axaftinên min bi kurmancî, soranî û zazakî ne. Hemû bi awayekî şaş bo tirkî hatine wergerandin û di dosyeyê de nabêjin ku me ev axaftin ji kurdî wergerandine, wekî ku ez bi tirkî axivîme, wisa kirine. Me ji dadgehê daxwaza wergerê kir, lê qebûl nekir û bi lez û bez biryar da. Bo nimûne ez di telefonê de li ser Ebûlqasim Lahûtî pirsê ji hevalekî xwe dikim. Ji min dipirsin ka Lahûtî kî ye. Lahûtî şairekî navdar e ku di sala 1957an de koça dawî kiriye. Dîsan têkildarî Lahûtî ez di telefonê de ji hevalê xwe dipirsim ku Lahûtî di kîjan hejmara Kovara Jîn de nivîsiye. Kovara Jîn ku di sala 1918an de derketiye, wek sûc qebûl dikin.”

“Weke ez pirtûkên îlegal çap dikim nîşan dane”

Eyyûp Sûbaşiyî destnîşan kir ku axavtinên wî yên derbarê atolyeyên kurdî de jî weke sûc penase kirine:

“Ez di telefonê de li ser atolyeyên kurdî xeber didim ku ji her kesî re vekirî ne û her kes pê dizane. Di telefonê de hevalê min ji min re dibêje kesên ku serî li atolyeyê dane, ji Ewropayê ne, ji Amerîkayê ne, ji başûr in, ji rojhilat in. Ev axaftin wisa hatiye wergerandin ku em perwerdeyeke îlegal didin. Wek sazî her kes dizane ku em pirtûkan çap dikin, ew axaftinên min ên ku min bi çapxaneyê re kirine, şaş hatine wergerandin. Wekî ku ez pirtûk û kovarên îlegal derdixim û belav dikim.”

Hevserokê berê yê Enstituya Kurdî ya Stenbolê Eyyub Subaşi biryara hatiye dayîn bi gotina “Mixabin ji ber tiştên wisa ku biryareke wiha sosret dan” nirxand û diyar kir ku ew ê li dijî biryarê serî li dadgehê bidin.

Kurdistan Haberleri

Konsulê Giştî yê Amerîkayê destxweşiyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike
Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransa daxwaza rawestandina Şerê Xezeyê dikin
Artêşa Tirkiyeyê gundekî Efrînê topbaran kir
Newzad Hêtotî: Hilbijartinên parlamentoyê: Du rêveberî yan xurtbûna Kurdistanê?
Serokwezîr Mesrûr Barzanî: PKK li navçeyên sînorî rê li vegera gundiyan digire