Ez ne PAK î me. (Partiya Azadiya Kurdistanê)
Lê ji bona PAK bi serkeve kar dikim
Ez ne PAK î me,
Lê ji bona ew bibe altarnatîfeke xurt li bakurê kurdistanê hewl didim
Ez ne PAK î me,
Lê ji bona fikir û ramanên wê bikev nava ge l kar dikim
Ez ne PAKî me,
Lê ji bona PAK bibe deng û rengê kurdên bakurê kurdistanê di nava xebatê de me
Ez ne PAKî me,
Ji bona dijmin hesabê wê bike û cidî bigire di nava çalakiyan de me.
Ez ne PAK î me,
Ji bona PAK xwedî li hemî hêjayiyên kurdan derdikeve jê hez dikim
Ez ne PAKî me,
Ji bona PAK siyasetke pak û delal ji bona kurdan bike, jê re dinivîsînim
Ez ne PAKî me ,
Ji ber ku bi hêjayiyên wê serbilind û kêmaniyê wî jî rexne dikim.
Ez ne PAK î me,
Lê ji bona PAK jiyaneke delal bide gel, ji wê re dibim alîkar.
Ez ne PAKî me,
Ji ber ku bi vî temenê xwe ê mezin nikarim barê wê ê giran hilgirim.
Ez ne PAK î me,
Lê ez dizanim ew ji bona min jî kar dike.
Ez ne PAKî me,
Lê ew ji bona kurdistaneke azad û serbixwe hatiye damezrandinê.
Ez na PAKî me,
Lê dizanim ew ji bona wek heviya civatê kar û xebatê dike.
Ez ne PAKî me,
Lê dizanim ku ew ji bona yekîtiya kurdan çê bibe, çi lazim be wê dike û wê bike.
Ez ne PAK î me,
Lê PAK ez im, ew bi min heye, ez bi wê heme, em bi hevre hene û bi hevre xurtir in.