Xwepêşanderên kurdên êzdî bi girseyî li bajarê Mûsilê rê li ber parlementerekî Iraqê girt.
Parlementarê Iraqê Zahid Xatûnî dema bi endamekî encûmena qeza Şingalê re dixwest biçe qezaya Beacê xwepêşanderên kurd ên êzdî li Şingalê rê li ber wî girtin.
Dema rêgirî lê kirin, jê re gotin, 'hûn jî şirîkên tawanên rêxistina DAIŞê ne' ku li hemberî Kurdên Êzdî di Tebaxa 2014ê de pek hatin.
Xwepêşandan û nerazîbûna kurdên Êzdî, perlementarê Iraqî naçar kir, ku riya Şingalê bicih bihêle û di riyeke din re biçe Biacê.