29 malbatên Êzîdî yên ku li ber zilma DAÎŞê di 2014ê de li Şingalê revîyabûn û li navçeya Qubîn/Beşîrîyê ya bajarê Êlihê ya Kurdistana Bakûr di çadiran de bi cî bûne ji ber serma û seqemê di rewşek gelek xerab de dijîn. Germayîya rojê di bin sifirê 15 pile de ye.
Hewat Hesen dibêje; ji ber ku êzingan wan tunene ew bi sobayên ceryanê germ dibin lê wexta ceryan diçe ew perîşan dibin. Ji sermayê keça wî nexweş ketîye û 4 roj di nexweşxaneyê de maye; konên/çadirên wan kevn in û berf li ser wan heye û kes alîkarîya wan nake.
Gewre Îbrahîmê 65 salî dibêje; ew li hember sermayê têdokişin; ji sermayê lingn wî dicemidin nikare bimeşe û jiyaneke rezîl dijîn û daxwaz dike ku xêrxwaz alîkarîya wan bikin.
Dawûd Vece jî dibêje; 150 kes di çadiran de rewşek gelek xerab de dijîn; ew tiştekî din daxwaz nakin daxwaza wan tenê bi sotemenî heye.
Êzîdiyên Şingalê bi tenê kurdî dizanin, ji ber ku tirkî nizanin jî zahmetîyê dikşînin.