Facebook û Instagram bo Reklamên Sîyasî Destûra Astengkirinê Didin

Platformên medya civakî, Facebook û Instagramê ragihandin ku bikarhênerên wan yên Amerîka êdî dikarin reklamên sîyasî asteng bikin.

Navenda Nûçeyan - Facebook û Instagramê dîyar kirin ku ew dixwazin di qonaxa hilbijartina seroktîya Amerîka ya 2020’an de rê li ber agahîyên şaş bigirin û bi awayekî bêalî tevbigerin.

Bikarhênerên Facebook û Instagramê dê karibin bikevin ‘’bijarteyên reklaman’’ û ji wir reklaman bigirin.

Berî biryara Facebook û Instagramê, bikarhênerên wan her du platform jiber zêdebûna reklamên sîyasî rexne kiribûn.

Berbijarê Partîya Demokrat Joe Biden ji CEO’yê Facebookê Mark Zuckerberg xwestibû ku ew rastbûna gotinên Serok Donald Trump kontrol bikin, lê Zuckerberg ti bersîv nedabû.

Zuckerberg di USA Todayê de dîyar kiribû ku Facebook rê li ber zexta li ser hilbijêran digire û ew wêrekîyê didin wan ku dengên xwe bidin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku, meha borî Twitterê hin peyamên Trump sînordar kiribûn û hişyarî danîbûn ser wan.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e