Fatîh Altayli heqaretên giran li Şêx Seîd kirin

.

Rojnameger Fatîh Altayli heqaretên giran ên di asta çêran de li Şêx Seîd kirin.

Li ser vê yekê, Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew dê giliyê Altayli bikin.

Fatîh Altayli di bernameya xwe ya televîzyonê de ji ber ku navê Şêx Seîd li Amedê li kolanekê hatiye kirin nerazîbûn nîşan da û heqaretên gelekî giran li Şêx Seîd kirin.

Altayli îdia kir ku Şêx Seîd “Bi Îngilîzan re hevkarî kiriye” û heqaretên giran ên di asta çêran de lê kirin.

“Êrişkirina nirxên Kurdan hewqasî ne hêsan e”

Nahit Eren li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nerazîbûn nîşanî van heqaretên Altayli da û ragihand ku “Êrîşkirina nirxên Kurdan hewqasî ne hêsan e.”

“Em dê bêdeng nemînin”

Eren di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ev êrişeke qirêjî ye û got:

“Em dê li hemberî êrîşa qirêj a li dijî Şêx Seîd bêdeng nemînin.

Ev zîhniyeta ku xwe xwediyê welat ê tekane dibîne, berpirsiyarê vê rewşe ye ku em tê de ne.

Baroya Amedê dê giliyên pêwîst bike. Êrişkirina nirxên Kurdan hewqasî ne hêsan e.”

Ji aliyê din ve gotinên Altayli di nav raya giştî ya Kurdan de bûn sedema nerazîbûneke zêde.

Bi sedan kesan li ser medyaya civakî Fatîh Altayli etîket kir û bertek nîşanî wî dan.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e