Fehîm Taştekîn: Colanî li dijî xweserî û federalîzmê ye

.

Rojnameger û nivîskar Fehîm Taştekîn da zanîn Colanî li dijî xweserî û federalîzmê ye.

Piştî ku desthilata Esed nema û Tehrîr El Şamê Sûriye xist bin kontrola xwe çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê tê nîqaşkirin.

Rojnameger û nivîskar Fehîm Taştekîn bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Fehîm Taştekîn diyar ku Serokê Tehrîr El Şamê Ebû Mihemed Colanî (Ehmed Şer) li dijî xweserî û federalîzmê ye.

“Tu dibê qey deriyên dojehê vedibin”

Taştekîn amaje pê kir ku Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) dixwaze dewleteke şerîetê ava bike û got:

“Mirov nikare li Sûriyeyê paşerojeke ronak xeyal bike, tu dibê qey deriyên dojehê vedibin.

Gelek welat hewl didin bandorê li Colanî bikin lê ew dixwaze dewleta şerîetê ava bike.

Dema mirov li sûcên wî yên berê temaşe bike hêvîdarbûn zehmet dibe.

Dema mirov li kirinên berê yên Tehrîr El Şamê dinêre nikare geşbîn be.

Colanî hinek peyaman dide da ku ji aliyê welatên Rojavayî ve were qebûlkirin lê divê neyê jibîrkirin HTŞ di eslê xwe de bi wan koman re ye ku bi El Qaîde û DAIŞê re şirîkatiyê dikin.”

“Tirkiye ji bo ku Rêveberiya Xweser nebe xwedîrol her tiştî dike”

Taştekîn diyar kir ku “Tirkiye ji bo ku Rêveberiya Xweser nebe xwedîrol her tiştî dike” û xwe lê berda:

“Tehrîr El Şamê berê YPG û PYD wekî berdewamiya rejîma Beasê didîtin û tewr ew wekî Misilmanan jî nedidîtin.

Niha angaşt dikin ku helwesta wan guheriye lê dema mirov li îdeolojî û rejîma ku dixwazin ava bikin dinêre tê fêhmkirin ku ew bi ti awayî rê nadin avaniyên Kurdan ên demokratîk û xweser.

Em dizanîn ku Colanî bi awayekî teqez li dijî xweserî û federalîzmê ye.

Xwestekên demokratîk ên Kurdan li qada navneteweyî piştgiriya pêwîst nabînin, ev jî rewşê xetertir dike.”

“Tiştekî bi navê dewletê nema”

Fehîm Taştekîn rewşa Sûriyeyê ya niha wekî “koas”ê pênase kir û got:

“Tiştekî bi navê dewletê nema, kontrol bi tevahî çû.

Paşeroja ku HTŞ û piştgirên wê pêşniyar dikin nîşan dide ku dê Sûriye ber bi aliyekî tarî ve here.

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Mesrûr Barzanî îro bi Erdogan re dicive
Adil Baxewan: Nêçîrvan Barzanî rasterast bi Tirkiye û Rojavayê Kurdistanê re diyalogê datîne
Arif Qurbanî: Planên navdewletî û çekdarên nedewletî
‘Şo’reşa Colanî û xewnên demokrasî û azadiyê
Şandeke Encûmena Êzidiyên Sûriyeyê ji bo çend pirsan li Şamê ye