Felat Bozarslan: Ji ber algorîtmaya Googleyê xwendinên malperan kêm bûne

.

 Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê medyaya herêmî ya online tê sansurkirin.

Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat Felat Bozarslan diyar kir ku ew niha hemû muhtacî wan in.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê medyaya herêmî ya online tê sansurkirin ku tê gotin ku Google malperan sansur dike.

Malperên ku berê rojane 100 hezar kesan dixwend niha ji ber sansurê heta 10 hezarî daketiye.

Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat Felat Bozarslan bû mêvanê bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkeş dike.

Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat Felat Bozarslan li ser pirsa sedema sansurkirinê got:

“Google wekî Xê algorîtmayeke nû bu kar tîne ku dîtin û xwendinên malperên herêmî kêm dike.

Ajansa Reklaman a Çapemeniyê ya Serokkomariya Tirkiyeyê her meh hinek reklamên fermî yên wezaret û dadgehan li ser medyayên herêmî belav dike.

Li Diyarbekirê jî 13 malperên înternetê hene ku van reklaman dîstinin.

Şert û mercên belavkirina van reklaman jî ew e ku divê her malper 8 rojnamegeran bide xebitandin û 10 hezar kes nûçeyên wan bixwînin.

Algorîtmaya nû ya Googleyê nebûya hinek malper hene ku 70-100 hezar caran dihatin xwendin.

Ji mehekê kêmtir e ev reqem daketin binê 10 hezarî.

Heger malper dakevin bin 10 hezarî metirsî heye ku nikaribin reklaman bistînin.

Malper bi pereyên reklaman li ser pêyan disekinin.”

“Em hemû muhtacî wan in”

Felat Bozarslan li ser peydakirina alternatîfan jî anî ziman:

“Divê alternatîf hebin, em niha hemû muhtacî wan in.

Me 2 caran ji Googleyê re name nivîsandin û me ji wan re got, çima li ser medyaya herêmî ev pirsgirêk derketiye holê lê heta niha wan bersiva me nedaye.”

Felat Bozarslan diyar kir ku malpereke mezin a Amedê ya ku berê rojane 110 hezar xwendinên wê hebûn niha heta 10 hezarî daketiye.

Rojnameger Gonul Morkoçê jî li ser sansura nû ya Googleyê da zanîn:

“Berê rojane 120 hezar kesan malpera me vedikir lê niha daketiya 10 hezar kesan.

Em nikarin xwe bigihînin Googleyê û bersivê nade mailên me.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

SERJIMÊRÎ - Îro çi tê kirin?
9 sal cezayê girtîgehê li hevşaredarê Colemêrgê hat birîn
Ednan Mecîd: Serjimêrî li herêmên nakok: Bombeya vedayî
Dr. Şêrko Kirmanc: Piştî 16ê cotmehê heta naha 600 hezar ereb li navçeyên sînorê madeya 140 hatine bicîhkirin
ÎRAN - Xwendekara ku xwe tazî kiribû li kû ye?