Dewleta Tirk û dezgehên wê yên resmî û sivîl ji bo bajarên Kurdistanê û bi taybet jî bajarê Diyarbekirê ji nasnameya wî ya kurdayetîyê dûr bixin çalakî ser çalakîyan li dar dixin; alim, zanayên xwe dişînin Amedê konferans û semîneran pêk tînin. Berê Çend rojan bi minasebeta 1378 sal fetiha bajêr konferansek li dar xistin; serşewirmendê resîcumhurê Tirk Şukrî Karatepe û wezîrê hundir yê berê û Abdulqadir Aksû bêşdar bûn. Wer xuyay ye îcar jî tişekî nû îcad kirin û fetihan xistin rojeva xwe.
Qeyûmên Dîyarbekirê civîn li ser civînan çêdikin, bi wesîleya rojîya remezanê dewlet û dezgehên wê û dewlemend hestîyarîya dînî yên kurdan ji xwe re bi kar tînin; feqîrtîya wan dikin wesîle û propaganda dewleta xwe dikin; cadde û kuçeyan bi sofreyê fitarê dixemilîn; ew dixwazin rûyê dewlata xwe ya gemarî şîrîn nîşan bidin lê di eslê xwe de ew bi van kirinên xwe feqîrên kurdan rencîde dikin.
Dîmeneka wiha li Êlihê/Batmanê jî rûda ye. Firinekê di her rojîya remazanê de 500 nan bê pere dide feqîran lê di belavkirina nan de îzdîham çêdibe. Firincî Şerafettîn Yuce dibêje bi alîkarîya dewlemenek em nan belav dikin lê di dema belavkirinê de dîmenên nexweş derdikevin ortê ku ew pê diêşîn.