Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya kurdî derket

Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi dawî bû û sibê ji bo ferhengê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Amedê dê resepsîyona danasînê bê dayîn.

Navenda Nûçeyan- Ferhenga Têgihên Hiqûqê bi dawî bû û sibê ji bo ferhengê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Amedê dê resepsîyona danasînê bê dayîn. 

 Ferhenga Têgihên Hiqûqê ku 4 sal bûn bi beşdarîya gelek hiqûqnas û zimanzanên kurd ku ji alîyê Baroya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ve li serê dihat xebitandin, bi dawî bû.

Ferheng, ji alîyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatîye çapkirin û sibê (25.12.2019) ji bo wê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê, saet di navbera 16.00-18.00'an de dê resepsîyoneke danasînê were dayîn.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne