Fermandarê eniya Kerkûkê û endamê birêveberiya navendî ya PDKê Dr.Kemal Kerkûkî, di daxuyaniyeke ji bo Bas Haberê got: Ji bo Kurdan êdî jiyaneke bi Iraqê re şerm e.
Kerkûkî di axvtina xwe de bal kişand ser rewşa Iraqê ya niha û got: Ezmanên Iraqê, sînorên Iraqê,dîplomasiya Iraqê, Ekonomiya Iraqê ne di destê Iraqê de. Kurd di van sîh salên bohirî de pênc caran bûna armanca tevkujiyan, ez êdî xwe welatiyekî Iraqê nabînim.
Kerkûkî her wisa got ku ew di wê baweriyê de ye ku dê Neteweyên Yekbûyê rêz ji îradeya miletê kurd ku dixwaze serbixwe bibe, bigre