Fermandarê Hêza Qûds a Îranê li Bexdayê ye bi berpirs û fermandarên komên milîs re civiya

.

Hate ragihandin ku îro 17ê Îlonê Fermandarê Hêza Qûdsa a girêdayî Sûpaya Pasdarên Îranê Îsmaîl Qaanî serdana Bexdayê kir.

Li gorî çavkaniyên weşana Elsae Qaanî îro piştî nîvro gihîştiye paytexta Iraqê Bexdayê.

Hate diyarkirin ku Qaanî çawa gihîştiye Bexdayê, yekser bi rêveberên komên milîsên Îranê yên Iraqê re civîn li dar xistiye.

Tê gotin ku di civînê de Serokê Heşda Şeibî Hadî Amirî, Sekreterê Giştî yê Koma Esayîb Ehlî Heq Qeys Xez Elî, Rêveberê Hizbullaha Iraqê Hisên Elhmêdawî rêveberên û hejmarek fermandarên din amadehî kirine.

Hêjayî gotinê ye, serdana Îsmaîl Qaanî, piştî serdana serokomarê nû yê Îranê Mesûd Pezişkişyan a bo Bexdayê pêk tê.

Rojhilta Navîn Haberleri

Amerîka: Em piştgiriya asayîkirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê nakin
Mesûd Pizîşkiyan bû serokkomarê Îranê
Li Îtalyayê keştî bin av bûbû: 35 term hatin dîtin
Sê berpirsên bilind ên Ewropayê tên guhertin
Protestanlara yönelik hak ihlalleri sürüyor