Fermandarekî HSDyê: Me biryar da ku em tev li artêşa Sûriyeyê bibin

.

Fermandarê Lîwaya Bakur a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Omer El-Idlibî, biryarên di civîna duh a di navbera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fermandariya Giştî ya HSDyê de li ser hesabê xwe yê Xê par ve kir.

Kurteya pêşnûmeya biryara ku ji 8 madeyan pêk tê ji aliyê Idlibî ve hatiye ragihandin wiha ye:

Yekkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê: Biryar hat dayîn ku saziyên ewlehiyê yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser di bin banê artêşa Sûriyeyê de cih bigirin. Ev gav bi armanca yekkirin û xurtkirina hêza neteweyî hat avêtin.

Jinûveaktîvkirina saziyên sivîl: Em pêk hatin ku ji bo jinûve aktîvkirina saziyên xizmetguzariyê yên dewletê li bakur-rojhilatê Sûriyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyên bingehîn, û herwiha baştirkirina asta jiyanê ya xelkê herêmê.

Vekişîna çekdarên biyanî: Tekezî li ser wê yekê hat kirin ku divê hemû çekdarên biyanî di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekişin. 

Zêdekirina hevahengiya li gel hikûmeta Sûriyeyê: Biryar hat dayîn ku hevahengiya li gel hikûmeta Sûriyeyê were zêdekirin û li ser mijarên niştimanî zêdetir civîn bên lidarxistin.

Tekezî li ser parastina yekrêziya Sûriyeyê: Tekezî li ser giringiya parastina yekrêziya axa Sûriyeyê hat kirin.

Hat diyarkirin ku beşdarbûna hêzên herêmî di nava artêşa Sûriyeyê de wê kapasîteya parastinê ya welêt zêde bike.

Vegera penaberan: Me li hev kir ku mercên pêwîst ji bo hêsankirina vegera penaber û awareyan a berev bajar û gundên wan bên dabînkirin.

Pîrozbahî û vexwendname ji bo Serok Ehmed Şer’a: Bi boneya destbikarbûna Serok Ehmed Şer’a pîrozbahî hate kirin û vexwendname jê re hat çandin da ku bi serdaneke fermî bê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê.

Mekanîzmayên pêkanîna biryaran: Ji bo pêkanînê dê komîteyên hevbeş bên avakirin û pêkanîna bi bandor a biryaran bê misogerkirin.

Ebû Omer el-Idlibî destnîşan kir ku biryara mijara gotinê “Gaveke girîng e ber bi xurtkirina yekîtiya neteweyî û aramiya Sûriyeyê.”

Kurdistan Haberleri

PWK Şaxa Batmanê Roja Zimanê Zikmakî Pîroz Kir
DILKURD: "21ê Sibatê Bi Tenê Bi Pîrozkirinê Nabe, Divê Kurdî Bibe Zimanê Perwerdehiyê"
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (316)
PZK: Seba Kurdan Her Roje 21ê Sibat o... Wayîrê Ziwanê Xo Bivejîyê!
PZK: Ji Kurdan Re Her Roj 21 ê Sibatê Ye… Xwedî Li Zimanê Xwe Derkevin!