Fermandehiya hevbeş ya Pêşmerge û artêşa Iraqê: Dest bi qonaxa duyem ya operasyonên hevbeş tê kirin

.

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li nav fermandehiya hevbeş ya Pêşmerge û artêşa Iraqê de, dibêje, ewê dest bi qonaxa duyem ya operasyonên hevbeş bikin.

Nûnerê hikûmeta Kurdistanê li nav fermandehiya hevbeş ya Pêşmerge û artêşa Iraqê de, Ebdulxaliq Telet ji BasNewsê re got, ew du komîteyên ku biryar hatibû dayîn li Hewlêr û Bexdayê bên avakirin, dest bi kar bûn.

Ebdulxaliq Telet her wiha got, piştî dest bikar bûna wan komîteyan emê dest bi qonaxa duyem ya operasyonên hevbeş bikin. Ew jî pêkanîna hêzeka hevbeş û bicîhkirina wê hêzê li wan deverên ku vala ne.

Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn jî, pêkanîna wê hêza hevbeş bo wê ye pêşiya dubare aktîfbûna DAIŞê were girtin û terorîstên ku li wan devera ne jî, bên şikandin.

Bi gotina nûnerê hikûmeta Kurdistanê, destpêkê dê li parêzgeha Diyale hêza hevbeş were pêkanîn, paşê jî li Kerkûk û Mexmûrê.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne