Li Stenbolê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan hate kirin. Festîval balê dikşîne ser mafên mirovan û dixwaze binpêkirinên li dijî mafên mirovan tomar bike da ku neyên jibîrkirin. Mijara bingehîn a îsal jî ‘necezakirin’ e. Berpirsên festîvalê didin zanîn ku li Tirkiyê di êrîş, komkujî û binpêkirinên mafên mirovan de politikaya necazikirinê tim tê cibicihkirin. Di festîvalê de, di nav de 3-4 fîlmên Kurdî nêzî 30 fîlm û belgefîlm hatin nîşandan. Di festîvalê de cihekê berfireh ji bo 3 êrîş û komkujiyên piştî têkçûna proseya çareseriyê hate veqetandin.
Belgefîlma bi navê “Mirin li kîjan aliyê dikeve Hosta” ku behsa 3 êrîşên bixwîn yên piştî têkçûna proseya aştî û çareseriyê dike di çarçoveya Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? de li Stenbolê hate nîşandan. Belgefîlm behsa êrîşên 5ê Hezîrana 2015an a li dijî mitinga HDPê, komkujiya Pirsûsê a 20ê Tîrmeha 2015an û behsa komkujiya Gara Trênê ya Enqereyê ya 10ê Cotmeha 2015an dike.
Gul Buyukbeşe, Derhêner, dibêje, “Di nav civakên wek Tirkiyê de, ku her diçe zor û zext zêde dibe bîr û hafiza jî têk diçe. Lewra desthilat dixwaze bûyerên qewimîne bêne jibîrkirin. Ji loma jî wek berpirsyariyeke civakî divê em bîra xwe tim zindî bihêlin û bi xebatên bi vî rengî bîreke civakî bidin avakirin.”
11emîn Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? ku ji aliyê koma Documentaristê ve tê sazkirin di navbera 11 û 15ê Kanûnê de li Stenbolê birêve çû. Festîvala ku sala par ji ber pandemiyê nehatibû kirin, her sal di Hefteya Mafên Mirovan de birêve diçe û mijara bingehîn a îsal `Necezakirin` e. Di festîvalê de di nav 3-4 fîlmên Kurdî nêzî 30 fîlm û belgefîlmên li ser mafên mirovan hatin nîşandan.
Necati Sonmez, Koordînatorê Festîvalê, dibêje, “Festîvala me di sala 2009an de destpêkir. Salekê ji ber budçeyê, sala par jî ji ber pandemiyê, me nikaribû festîvalê saz bikira. Em her sal li ser mijarekê taybet disekinin.”
Herwiha di çarçoveya festîvalê de pêşangeh, forûm û gotûbêjên online û rûbirû cih girtin. Îsal festîval zêdetir li ser komkujiya 10ê Cotmeha 2015an ku di encama du êrîşên xwekuj ên DAIŞê de 104 kesên aştîxwaz bûbûn qurbanî rawestiya.
Hatice Kapusuz, Wênesaz, dibêje, “Di 6emîn salvegera komkujiya 10ê Cotmehê de, me mijara “bi hunerê em baş bibin” derxist pêş. Di vê pêşangehê de dara bîranînê ya bi xalîçe û 104 resmên çûkan cih digrin. Ji bo 30 jinên hatin kuştin jî min 30 teyrê Sîmir xêz kir.”
Di çarçoveya Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? de li gel nîşandana fîlm û belgefîlman pêşangeha resm û wêne jî cih girt. Di vê pêşangehê de ji bo 104 qurbanîyên komkujiya gara trênê ya Enqereyê 104 çûk û balinde û teyrê Sîmir hatin xêzkirin.
Rûdaw