Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir

.

Azad Şatehî

Çaremîn Festîvala fîlmên kurdî ya Parîsê (FFKP), ku dê ji 8 ta 11ê heyva nîsanê ya 2025ê dom bike, li Centre Wallonie-Bruxellesê, li Parîsê bi projeksiyona fîlmê “La Vierge à l’enfant” a derhêner Binevşa Bêrîvan dest pê kir. Di festivalê de, dê fîlmên kurt û dirêjmetraj yên belgeyî, karton û dramayên fiksiyonê yên sînemagerên kurd bên nîşandan.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya festîvalê de tê gotin, “zêdetirî bîst salî ye ku festivallên kurdî li seranserê Kurdistanê (Tirkîye, Iraq, Îran û Sûriyê) û herwiha li navendên metropolanên cîhanê yên wekî Londra, Stokholm, Îstanbûl, New York, Kopenhag, Hambûrg an jî Berlînê pêk tên. Weke hemî çalakiyên kurdî, Festivala Fîlmên Kurdî ya Parîsê jî cihekî girîng ê hevdîtina profesyonel û heskirên sînemayê ye”.

Festivalê Fîlman Kurdî ya Parîsê ji hêla Enstituya Kurdî ya Parîs û Komela Fîlmên Fransî-Kurdî ya CinéBej ve, bi hevkariya Navenda Wallonie-Bruxelles û piştgirîya Wezareta Çandê ya Fransa û Şaredariya Parîsê, Kurdistan Şerab û Zozan Restorantê pêk tê.

Rûpela Nû Parîs

https://www.institutkurde.org/activites_culturelles/event-659/

Kurdîstan Haberleri

Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne
Hevdîtina PWK Rêxistina Ewropayê Bi PDPKS Rêxistina Ewropayê Re