Festîvala Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê dest pê kir û dê heta dawiya vê mehê berdewam bike.
Festîvala Duyemîn a Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê îro dest pê kir û di festîvalê de 20 fîlmên Kurdî cih digirin.
Ev fîlm li gelek herêmên Kurdistanê bi zaravayên cuda yên Kurdî hatine girtin.
Hemû fîlm bi jêrenivîsa Îngilîzî tên nîşandan.
Festîval bi awayî Onlineyê ye û ji hemû kesî re vekiriye.
Berpirsê Festîvalê Simon Suleymanî derbarê festîvalê got:
“Ev çalakî, yekem festîvala fîlmên Kurdî ya online, ji bo nîşandana mîrateya çandî ya dewlemend û cihêreng a Kurdistanê û hêza sînemayê ji temaşevanên cîhanî re derfeteke bêhempa dide.
“Kurd li derdora nasname û mîraseke hevpar bûne yek”
Simon Suleymanî amaje bi wê yekê kir ku gelê Kurd di dîrokê de berxwedanên gelek mezin nîşan dane û tevî şerd û mercên dijwar û belavbûna deverên cuda jî çand, ziman û çîrokên xwe parastine û got:
“Li derdora nasname û mîraseke hevpar bûne yek.
Ev festîvala ku navê xwe ji kakilê hebûna Kurdistanê, ango ji Rêzeçîyayên Zagrosê distîne, dixwaze bi navgîniya sînemayê, zehmetî, bedewî, hêvî, xeyal, berxwedan û serkeftinên gelê Kurd ragihîne temamê mirovahîyê.”
“Fokûsa me Rijhilat e”
Suleymanî derbarê fîlman jî got:
“Di fîstvakê de, 20 fîlmên bêhempa yên derhênerên hêja cîh digirin.
Ev fîlm li gelek herêmên Kurdistanê bi zaravayên cuda yên Kurdî hatine kişandin.
Par festîvalê bala xwe da Rojava û îsal jî fokûsa me Rijhilat e. Bextewarîyeke mezin e ku em îsal gelek derhênerên pir hêja yên Rojhilatê Kurdistanê temaşe bikin.
Di heman demê de, wekî her sal, em ji bo derhênerên jin cihekê taybet vedikin û ji bo ku fîlman wan bigihînin we, bi baldarî tevdigerin.
Ev xebat dil dike rêwitiya sînemaya Kurdî ji rabirdûya wê heta niha bîne ber çavan û balê bikişîne ser mîrasa dewlemend û nêrînên pêşerojê yên di vî warî de.”
Bi gotina Suleymanî sînema û qadên serhêl (online) ji gelê Kurd re di warê hunerê de derfetên berfireh pêşkêş dike.
“Festîval sînorên fizîkî bêwate dike”
Derbarê vê yekê jî got, “Bi saya torên nûjen miletê Kurd ku bi zor û sînoran ji hev hatine parçekirin, dîsa dikare li dora nasname û çandeke hevpar bicive.
Ji ber ku ev festîvala serxet sînorên fizîkî bêwate dike, hemû Kurdên cîhanê û herweha hemû kesên ku bi çanda kurdî re eleqedar tîne cem hev.
Bi zimanê gerdûnî yê sînemayê têgihiştineke hevpar û ruhê hevgirtinê çêdike.
“Ev festîval ne tenê bedewî û gengeşîyên sînemaya Kurdî parve dike, di heman demê de dezgehekê ji bo hunermendên Kurd peyda dike ku berhemên xwe bi temaşevanên dinyayê nîşandin.
Bi saya ragihandinên bêsînor, şopandina festîvalê li her deverê cihanê pêkan e.
Divê ev festîval ji bo hilweşandina sînorên li ser Kurdan hatine ferzkirin wekî amûrekê û ji bo yekîtî û yekrêzîya Kurdan jî wekî pêngavekê bê dîtin.”
“Ev festîval dixwaze bi berhevkirina çîrok û serpêhatiyên cihêreng ezmûbeke hunerî pêşkêş bike”
Berpirsê Festîvalê Simon Suleymanî her wiha got:
“Ev mîhrîcan dixwaze bi berhevkirina çîrok û serpêhatiyên cihêreng, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo temaşevanên li seranserê cîhanê ezmûneke çandî û hunerî ya zengîn pêşkêş bike.
Loma em bangî li her bawermendên hêza sînemayê dikin ku tevlî vê çalakiya taybet bin, şerd û mercên dijwar a sînemaya Kurdan bibînin.
Beşdarbûna we, him we dike beşek ji festîvalekê, him jî piştgirî dide hemû xebatên parastin û pêşvebirina mîrateya Kurdan.
Werin em bi zimanekî hevpar li ber fîlmên der-sînor hev bibînin.
Werin em bi hev re ji bo Kurdistan û cîhaneke watedar, hemaheng û aramtir gavan bavêjin.
Bibin şahidê rêwîtiya bêhempa ya sînemaya Kurdî. Werin serguzarî û serpêhateyên vî miletî kifş bikin û bibin beşek ji vê dema taybet.
Spasiya derhênerên ku ji bo destpêka festîvalê li gel me ne dikin.”
RÛDAW