Festîvala Rojên Çanda Kurdî li bajarê Omskê yê Rûsyayê tê lidarxistin

.

Li parka dîrokî (Rûsya-Dirokma) ya bajarê Omskê, bo cara yekem Festîvala Rojên Çanda Kurdî tê lidarxistin.

Serokê Otonomiya Netewî û Çandî ya Kurdî li Omska Rûsyayê Mûsa Newrozevîç ji K24ê re ragihand, Festîvala Rojên Çanda Kurdî di 2’ê Tebaxê de dest pê kir û dê heta 16ê Tebaxê berdewam bike.

Diyar kir jî: “Di festîvalê de, em ê çand, dîrok û kevneşopiyên xwe yên neteweyî bi rêya tablo, wêne û vîdyoyan pêşkêşî mêvanên festîvalê bikin.”

Herwiha got: “Em ê rûniştevan û mêvanên Omskê bi pêvajoya zewaca kurdî bidin nasîn. Cil û bergên neteweyî ji çi pêk tên û jê re çi tê gotin, kurd kîjan amûrên muzîkê dijenin û xwarinên wan ên neteweyî çi ne jî bidin nasîn.”

Destnîşan kir jî, “Beşek ji festîvalê ji bo nîşandana dîroka hevdem, çand û kevneşopiyên kurdan, dîroka kurdên Rûsyayê û herêma Omskê, navdarên kurd li Rûsyayê û cîhanê, kurd di dema Şerê Cîhanê yê Duyem û şerên din de, hatiye terxankirin.”

(K24)

Kurdistan Haberleri

Serokê Îtîlafê: Me lêkolîn ji bo kiryarên li gundê Kaxirê vekiriye
Li Swêdê Jinek bi Tawanên Şer Dijî Êzîdîyan li Sûrîyê Hate Tawanbar Kirin
Li Hewlêrê nûnertiya bazirganî ya Erebistana Siûdî hate vekirin
Ji Xemîs Xencer peyama Kurdî: Em alîkariya gelê Kurd a 2014an qet ji bîr nakin
Ew dersên ku Kurd pêdivîye li şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî” werbigrin