Doh 10ê Adarê li Batmanê Namzatê Serbixwe yê Şarederîya Batmanê Mehmet Feyyaz EKMEN, digel Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım ERGUN, Serokê PAKê yê Şaxa Batmanê Azîz Özdemîr û Osman Zinnur Elçin wek heyeta Tifaqa Welatperwer û Demokrat serdana Komeleya Nubiharê kir.
Heyet ji alîyê Serokê Komelê Abdurrehman Aslan û rêvebirîya komelê va bi germî hâte pêşwazîkirin.
Namzatê serbixwe qala armanca namzetîya xwe û projeyên xwe yê ji bo şarederîyê kir. Ekmen zêdetir li ser pirsgirêkên civakî, çandî ziman û xizmetê rawestîya.
Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasım Ergun jî bî kurtayî li ser rojeva Bakurê Kurdistanê,Tirkîyê û mesela tifaqan axifî.
Serokê komeleyê Birêz Abdurrahman Aslan jî, ji bo serdana şandeya Tifaqa Welatperwer û Demokrat, xweşhalîya xwe anî zimên û behsa giringîya pir engî û pirrengîyê kir.