Fîlma Ahmet Kaya bi fermana dadgehê hat qedexekirin!

Malbata wî gilî kiribû

Navenda Nûçeyan- Bi fermana dadgehê û li ser daxwaza hevjîna hunermendê navdarê kurd Ahmet Kaya, nimayîşa fîlma ku li ser jîyana wî hatibû çêkirin, hat qedexekirin.

Par fîlmek bi navê “Du Çavên Min: Ahmet” ji alîyê şîrketa bi navê X Yapim ve li ser jîyana hunermendê wefatkirî yê kurd Ahmet Kaya hatibû çêkirin. Derhênertîya fîlmê ji alîyê du derhêneran ve, Ganî Gûzgar Şavata û Hakan Gurtop ve hatibû kirin.

Biryar bû fîlma han roja 7 vê mehê di sînemayên Tirkîyê de hatibû nimayîşkirin lê bi fermana dadgehê û li ser gilî û daxwaza hevjîna Ahmet Kaya û her du keçên wî, nimayîşkirina fîlmê hat qedexekirin.

Di fermana dadgehê de hatîye gotin, heta gilî û doza ku li dijî hatîye kirin, xilas nebe, nabe ew fîlm, ne di sînemayan de ne jî di înternetê de were nîşandan.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne