Edîtorê beşa têkiliyên navneteweyî yê Financial Timesê David Gardner di derbarê Tirkiyê û qirêza Sûriyê de nivîseke nû nivîsî. Gardner anî ziman ku eger Tirkiyeyê politikaya xwe ya nêzikbûna kurdan bidomanda wê îro welatekî xurttir ba.
David Gardner di derbarê operasyona li ser Efrînê de jî van îfadeyan anî ziman:
"Ecêb e ku operasyona li dijÎ Efrînê li Tirkiyê piştGiriyê dibîne. Di heman demê de li Tirkiyê gotinên ‘Erdogan her diçe netewperestiyê diwerimîne û ji bo desthilatdariya xwe biparêze vê operasyonê dike' jî tên bikaranîn. Lê belê eşekere ye ku Tirkiye dixwaze rêberiya kurdên Sûriyê qels bike.
Gardner destnîşan dike ku ev politakaya Tirkiyê tenê ne li hember kurdên Rojava ye herwiha li hember Referanduma kurdên başûr jî derket û rêya wan ya diçû ‘azadiyê' birî. Ev jî bêhtir bi kêrî Îran hat.